Çîn: Rêjeya pêketinê vîrûsa koronayê kêm dibe

kurdistani 11:24 AM - 2020-03-05
Çîn: Rêjeya pêketinê vîrûsa koronayê kêm dibe

Çîn: Rêjeya pêketinê vîrûsa koronayê kêm dibe

Li Çînê hejmara kesên ku ji ber vîrûsa koronayê ya nû (Covid-19) canê xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 14 kesan, lê destnîşan hat kirin ku tûşbûna vîrûsa koronayê kêm dibe.

Komîteya Tenduristiya Neteweyî ya Çînê di daxuyaniyekê deragihand ku di 24 demjimêrên  dawîn de 31 kes bûne qurbanî û 139 kes jî hatin tomarkirin ku pêketine, 522 kes jî guman li ser hene ku bi tevahî 3 hezar û 14 kesan canê xwe ji dest dane û hejmara kesên ku vîrûsa koronayê bi wan ketiye jî gihîşt 80 hezar û 270 kesan.
Hêjay bîrxistinê ye ku vîrûsa koronaya yekem car li bajarê Wuhan a dewleta Hûbeya Çînê di 12ê Kanûna 2019an de hatibû dîtin, di demeke kin de li bajar û welatên din belav bibû, li ser wê yekê Rêxistina Tenduristiya Çînê rewşa bilez ragihand .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket