Pîre û şandeke PYK-S gotûêj kirin

kurdistani 07:43 PM - 2020-01-29
Pîre û şandeke PYK-S gotûêj kirin

Pîre û şandeke PYK-S gotûêj kirin

Sedî Ehmed Pîre û şandeke Partiya Yekîtiya Kurdistanî (PYK-S) bi hev re civiyan û derbarê yekrêziyê gotûêj kirin.

Îro roja çarşemê 29-1-2020`an li bajarê Hewlêrê di avahiya politburoya YNKê de, endamê encûmena serkirdeyetiya YNKê Sedî Ehmed Pîra pêşwazî li şandeyeke Partiya Yekîtiya Kurdistanî -Sûriye ku ji endamên Komîteyên siyasî yên wê partiyê kir ku pêkhatibûn her yek ji endamê Komîteya Siyasî yê PYK-S Îbrahîm Xelîl Biro û endamê Komîteya Siyasî yê PYK-s û nûnerê wan li Herêma Kurdistanê Newaf Hesen Reşîd bûn.

Di wê civînê de, Îbrahîm Biro pîrozbahî li serkevtina kongireya 4ê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir û daxwaza roleke mezintir kir ku di navçeyê de bibînine. Destxweşî li YNKê hat kirin ku piştgiriya mirovî û yekrêziya gelê kurd li Rojavayê Kurdsiatnê dike.

Her weha di wê hevdîtina du qolî de, derbarê pêşketinên li Herêma Kurdistanê û Êraqê û navçeyê bi giştî gotûbêj kirin, bi taybetî rewşa Sûriye û peywendiyên di navbera Rojavayê Kurdistan û Herêma Kurdistanê de ji aliyekê ve, her weha çawaniya danustandin bi aliyên siyasî ên di herêmên azad de ku ji DAIŞê hatine rizgar kirin bi berferehî gotûbêj kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket