Diktor Nûredîn Zaza Siyasetmedar, Rewşenbîr û Mamosteyê gelê xwe bû


15/1/2020 16:40:00
Çapkirin
     Hişmend Şêxo

Dost , Heval û xwendevanên hêja bi babeta bîranîna 31 saliya koçkirina serokê partiya me Diktor Nûredîn Zaza , Ez vê kurte nasînê li Ser zaroktiya wî , jiyana wî ya rêzanî û rola wî di nav xebata çandî û di nav tevgera Azadîxwaza Kurdistanê de diyarî hemî Nivîskar, Rewşenbîr û hezkiriyên wî dikim.

Di 15'ê Sibata sala 1919'an de li bajarê Me'den a Elezîzê nêzîkî Amadê li Kurdistana Bakur hatiye jiyanê .
Ew Ji malbateke welatparêz û kurdperwer bû , xwendina xwe ya seretayî di sala 1930 î de li Siwêregê dixwîne û ya navîn jî di sala 1938'an de li Amedê bidawî dike , dema şoreşa Şex Se'îd pîran di sala 1925'an de destpêdike, bavê wî (Ûsib Efendî) û birayê wî yê mezin Diktor Nafiz alîkarî û piştgîriyê didin vê şoreşê , Lê dema şoreş têkdiçe ; Ûsib Efendî û Diktor Nafiz tên giritin û piştî serbest berdana wan di sala 1938'an de tevî Nûredînê13'e salî ji Amedê derdikevin û derbasî Sûriyê dibin , piştre berê xwe didin bajarê Helebê û li Şamê bi cî dibin .

Li Sûriyê Diktor Nafiz karê xwe yê bijîşkiyê berdewam dike , lê xebat û têkoşîna xwe ya Kurdî jî ranawestîne û bi rolekî berçav radibe di damezrandina ( komela Xuyebûnê ) de û di sala 1946'an de dibe serokê wê komelê , piştî şewtandina gundên kurdan ji ber serhildana ( Ihsan Nûrî Paşa ) , Zaza gelekî xemgîn dibe û dêşe lewma ew û hevalên xwe yên dibiatana Firansî şandeyekê çêdikin û nivîsekê ji baylozxane û nûneratiya Ewrûpayê yên li paytexta Sûriyê Şamê re dişînin û nerazîbûna xwe didin nîşandan , Her wiha gelek hewldanan dike ji bo damezrandina ( Komela Hêvî ) û piştre Dr Zaza xwendina xwe ya amadeyî li dibistana Firansî bidawî tîne û hewl dide ku tevlî refên şoreşa Kurdistana Îraqê bibe , lê di sala 1944'an de ji aliyê hêzên ewlekariya Îraqî ve tê girtin û li Mûsil û Bexdayê tê zîndankirin .

Piştî ku tê berdan , di sala 1945'an de ew diçe Libnanê da ku xwendina xwe ya zanîngehê beşê zanistiya rêzaniyê li zanîngeha Firansî bidawî bîne , demekê li Radiyoya Beyrûtê di beşê kurdî de kar dike û piştî ku êzgeh tê girtin , Ew dibistaneke kurdî vedike , her wiha li wir malbata Berdxaniyan nas dike , bi wan re kar dike , ji bo kovarên " Hawar û Ronahî " û di vê çarçewê de alîkariya mîr Celadet Bedirxan dike.
Piştî ku bawernameya xwe ya zanîngehê di sala 1947'an de distîne di 1949'an de berê xwe dide Siwîsrayê ji bo xwendina asta bilind li wir bixwîne , di sala 1956'an de bawernameya Diktora di Felsefeyê de distîne .
Bi dirêjahiya vê demê de wî dest ji Kar û xebata netewî ya gelê xwe berneda û hewl dida ku li Ewrûpayê jî êş û azariya gelê xwe û rewabûna doza netewî ya Kurdî di nav civaka ewripî de bide naskirin.

Di sala 1949'an de ew û hejmarek ji hevalên xwe ( Komela Xwendekarên Kurd ) avadikin û dibe serokê wê komelê û pê re jî ew û hevalên xwe kovarekê bi navê " Dengê Kurdistan " bi zimanên Kurdî , Firansî û Ingilîzî derdixin û diweşînin.
Di sala 1956'an de ew Diktora di zanistiya rêzanî de distîne û careke din vedigere Sûriyê da ku xebat û têkoşîna xwe berdewam bike û li zanîngeha Şamê dibe mamosteyê Felsefeyê .

Di sala 1957 an de hejmarek ji pêşengên kurd wek ( Hemîd Derwîş , Osman Sebrî , Hemzeyê Newêran ) yekem tevgera rêzaniya kurdî li kurdistana sûriyê damezrandin bi navê ( Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) , Nûredîn bi şêweyekî ne aşkere piştgiriya wan dikir di wê gavê de û piştî dan û stan û têkildarî bi hevalên Kurdaxê re weke ( Reşîd Hemo , Mihemed Elî Xoce , Şewket Henan û Xelîl Mihemed ) bi şêweyekî fermî ew hevalna û Dr Zaza jî tevlî vê xebatê dibin û di roja çardehê Cehzerana sala 1957an de damezrandina partiya me radighînin û Diktor Nûredîn hate hilbijartin serok ji partiyê re .

Di wê demê de qonaxeke nûjen û ber çav ji xebata netewî ya Kurdî li Kurdistana sûriyê despê dike , cemawerê gelê kurd li dora Dr. Zaza û partiya pêşverû kom dibin , ev pêngav dibe cihê metirsiya çavsor û neyarên gelê me û bi taybetî desthildariya yekgirtî ya ( yekîtiya Sûriyê û Misirê di sala 1958'an de ) , Lewre di sala 1960 de dest bi girtina çalakvanên rêzanî Kirin û hevalekî me nema û nehat girtin û işkence nedît ji aliyê wan zordaran ve, û di wê salê de Diktor Nûredîn jî tê girtin û 18 hevan ew di zîndanê de dimîne.

Di zindanê de ew nivîskê dişîne ji serokê dadgeha ewlekariya dewletê re li Şamê , Ev nivîs gelekî hêja û giran buha bûye ji ber ku rewşa herêmê bi giştî û mijarên rêzanî dinav nivîsê de hatinne . Naveroka wê dibêje ku mafên gelê kurd ên hebûn û jiyanê li warê wî li bakurê Sûriyê hene , gereke çanda wan bê parastin , û ti carî çand û dîroka kurdî tevî ku ev qas şer , kuştin , barkirin û bi dûrxistina ji niştiman û xaka kurdî , Lê gelê kurd tu carî winda nebûye û nehatiye pişaftin , Lewre divê biratiya gelan li herêmê pêk bê û kuştina gel û çanda wî tiwaneke li dijî yasa û zagonên mirovahiyê ne .

Piştî ku Diktor Nûredîn ji zindanê bi derdikeve , di nav hevalên xwe de bi taybetî, û di nav tevahî civaka kurdî de gelekî bi nav û dev dibe , Lê di wê çaxê de hilbijartinên perlemanê di sala 1961'an de çêdibin , Dr. Zaza bi navê Partiya xwe derbasî hilbijartinan dibe û dighê asta serkeftinê lê hêzên desthildariyê bêbextî û sextekariyê dikin û wî digrin , Piştî ku ew serbest tê berdan diçe Libnanê û gelek têkîliyan bi kesayetiyên navdar ên Libnanî re çêdike weke : Kemal Canpolat , Her wiha di vê çarçewê de ew peywendiyan bi serkirdeyên şoreşa kurdî ya Başûrê Kurdistanê re çêdike, Lê ew peywendî dibin sedema nerazîbûma hikûmeta Libnanî, radibin wî digrin û di riya Urdinê re wî radestî Sûriyê dikin û li wir jî careke din di sala 1966'an de 7 heyvan tê girtin , di wê demê de Sûriyê dibin desthildariya Partiya Be'is a şovînî deye û wî sirgunî Siwêdayê dikin.

Di sala 1967 an de ew diçe Tirkiyê cem birayê xwe Reşo , Lê ewlekariya Tirk pê dihesin , mafê niştecîtiyê nadinê û didin peyî wî lewma ew neçar dimîne ku ji Tirkiyê bi derkeve û di sala 1970 de berê xwe bide Ewripa û li Siwîsrayê bi cî dibe.
Diktor Nûredîn di sala 1973'an de li Siwîsrayê û di 53 saliya xwe de bi jineke rojnamevan re bi navê "Gilberte Favre" re dizewice û kurekî jê re tîne , navê wî dikin"ChangoValery"(Şengo) , di dawiya temenê xwe de ew li Lozanê weke mamosteyê zimanê Firansî li dibistanên wê kar dikir.
Diktor Nûredîn di roja 7'ê Çiriya Pêşî de di sala 1988'an de li derveyî welêt li xerîbiyê li bajarê Lozan li Siwîsrayê koça dawî dike û li wir tê veşartin .

Diktor Nûredîn Zaza ne tenê siyasetmedar bû û hew , Lê belê ew xebatkarekî wêrek tekoşerekî payebilind û Hişmendê gelê xwe bû , Herwiha ew rewşenbîr û nivîskarekî mezin bû , bi sedan ji gotar û nivîsên wî rûpelên herdu kovarên "Hawar û Ronahîyê " xemilandine û zengîn kirine , û destana "Memê Alan" veguherand tîpên latînî û çap kir , Romana "Şivanê Kurmanc" a Erebê Şemo ji Firansî wergerand Kurdî û di sala 1982'an de pirtûka bi navê " Jiyana min a kurdewarî an Hawara gelê kurd " bi derxist û di vê pirtûkê de behsa jiyana xwe û têkoşîna gelê kurd dike , Her wiha xwedî rolekî berçav û sereke bû di damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de.
Diktor Nûredîn Zaza guhdaneke mezin dabû zimanê kurdî û mijarên rastkirin û pêşxistina zimên , Lewre wî camêrî bang li kurdan kiriye û dibêje :

Gelî Kurdan !
Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nasbikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêşve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.

Ji Berhemên wî :

Bangeke ji bo miletê kurd di Sala 1982'an de .
Şerê Azadî - Helbest / Beyrûd ( Li Ser şoreşa Kurdistana Başûr )
Pirtûkek bi navê Bîranînek , ji bo komcivîna Afro - Asiyawî li Qahîrê.
Wergerandina Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji zimanê Firansî wergerand zimanê kurdî.
Nivîsarin di rojname û kovarên Firansî de.
Wergerandina pirtûka Şivanê Kurd ji zimanê Firansî wergerand zimanê kurdî.
Wergerandina pirtûka Basîl Nikîtîn a bi navê " Kurdan "
Bi zimanê Firansî Ma cîbicîkirina de kurde ( jiyana min a kurdî ) 1982 - Siwîsrayê
Bîranîn - çapa yekem - 2008/ Stenbol, ji weşanên Avesta.
Gulê ( Berhevoka çîrokên wî ) çapa yekem Gulana 2007 / Diyarbekir.
Memê Alan bi latînî .
Keskesor .
Kurdistan , Bi firansî .
Herwiha bi dehan nivîs û gotarên wî bi zimanê Firansî û Erebî di rojname û kovarên Libnanî de hene.

Jêder û Çavkanî :
Hemreş Reşo , kovara çiya, hejmar 3
Kovara Bîr , hejmar 1
Kurmancî ( weşana Enstîtuya kurdî ya Parîsê ) hejmar 4 zivistana sala 1989
Pittûka Jiyana min a kurdî an Hawara gelê kurd ya Dr Nûredîn Zaza
Malpera Dengê Kurdistan
Pirtûka Dîroka wêjeya kurdî.

Xwendevanên hêja

Li dawiya vê kurte nasînê Ez dibêjim sed mixabin û heyfa miletê kurd ku nikare li siyasetmedar, Rewşenbîr û xebatkarên xwe bi xwedî derkeve.
Hezar silav li giyanê te be ey Hişmendê rêbaza Partiya Pêşverû.

Diktor Nûredîn Zaza ji bîr nabe û ew herdem di dil û hişê me de zindiye.

28 / Ber Çile / 2019

Hişmend Şêxo
Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê


 

Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket


Pirtûka nû ya çêrokên Pîr Ristem ji aliyê malpera Sersera ve derket.

Li Ewropayê Pirtûkeke nû ya bi navnîşana "Ç&ec...


»  Almanya; Pêşengeha hunerî hat vekirin
»  Nerwic: Agir bi mlbateke Efrînî ket
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

Yên dengê berxwedana Şêxmeqsûdê gihandin cîhanê


3 rojnameger, sê kesên ku berxwedana dîrokî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê ragihandin cihanê. Ew berxwedanek dîrokî ya taxek biçû...


»  Hevalê Nemir Mamoste Xalid Elo
»  Silêmanî; Yilmaz Guney dibe sersurhênerê 8`mîn ya dunya yê

Karîkator