Hevkariya penaberên nû hat kirin

kurdistani 07:08 PM - 2019-12-03
.

.

Li bajarê Silêmaniyê hevkariya mirovî bi ser 50 malên penaberên Rojavayê Kurdistanê ên nû de hat dabeşkirin.

Di wê barê de, serokê Encûmena Penaberên Rojavayê Hecî Efrînî ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Ji bo alîkariya xelkên penberên nû ku ji Rojavayê Kurdistanê gihêştine Siêmaniyê, bi destpêşxweriya encûmena penaberan û CDO û Mindalparêz û saziya Medya Kurdsatê bi ser 50 malbatên kurd ên Rojavayê Kurdistanê de alîkarî dabeş kir.

Efrînî di dirêjahiya axivtina xwe de aşkire kir ku ev demeke ku Encûmena Penaberên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê dest bi pêşniyara vê pêngavê kiriye, lê her çend dereng ma, lê di dawiyê de pêkhat û bi ser wan malbatan de bi awayekî dadwerî hat dabeşkirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî dagîrkirina Tirkiyê ji Serê kanî û Girê sipî re hejamereke mezin ji penaberên wan deveran rû li Herêmam Kurdistanê kirin ku ji wan 5 malbat gihîştibûn bajarê Silêmaniyê û îro bi ser wan de alîkarî hat dabeşkirin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket