Silêmanî; Merasîma Hac Derwîş birêve çû

kurdistani 07:19 PM - 2019-11-03
Merasîma Ebdul Hemîd Derwîş birêve çû

Merasîma Ebdul Hemîd Derwîş birêve çû

Li Silêmaniyê Merasîma behî yê nemir mamoste Ebdul Hemîd Derwîş bi rêve çû.

Îro roja yekşemê 3-11-2019`an, li bajarê Silêmaniyê, bi beşdariya hejmarek ji siyasetvan û rewşenbîr û ronakbîr merasîma sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriye nemir mamoste Ebdul Hemîd Derwîş di nivîsgeha partiyê li taxa Tuyî Melikê birêve çû ku şandeyên mêvan ji aliyên endamê politburoya PDPKS Elî Şemdîn û endamê serkirdeyetiya PDPKS Hişmend Şêxo û hevalên wan ve hatin pêşwazî kirin..

Her weha di wê merasîmê de, şandeyên sazî û dezgehên hikûmî û hizbî ji her çar aliyên kurdistanê jî beşdar bûn û peyamên xwe ên serxweşiyê arasteya nûnerê Partiya Demokrat a Pêşverû yê Kurd li Sûriye Elî Şemdîn û hevalên wî kirin.

Nemir Ebdul Hemîd Derwîş di pirtûka xwe de ya bi navnîşana "Tevgara Kurd Li Suriya Di Bin Roniye" de, wiha xwe dide nasandin...

Di sala 1935'an de, li gundekî bi nave Qeremaniye ser bi navçeya Derbesiye li bakurî Parezgeha Hisiça ez hatim dinyaye. Ew gund bi xwe dikeve aliye Başûr û Rojavayî Derbesiye bi dûrbûna 4 kîlo-metiran. Bi 600 metrî dûrî haşine tirene ye, ko di navbera Turkî û Sûrî re derbas dibe.Ez jî yek im ji malbata Hecî.Deryveş, ko li Çeremaniye bi cîvvar dibe. Malbata me hatiye naskirîn bi nave Hecî Dervveş, ko ew bi xwe mirovekî zîrek û dûrbîn bû û hatibû naskirin bi nav û denge xwe ye civakî, ko ne tene di nav Ela Azîzan de naskirî bû, bele di herema Derbesiye bi tevayî de.Pevvendiyen civakî di dema destpeka xortaniya min de tene şe-vveyekî elperestî distandin. Eve yeke rengek ji be saziye dabû jiyana malbata me ya rojane, Ji ber ko çûn û hatin li cem me pir bû, wek "nimûne: Kem caran me karîbû xwarina xwe li mal bi tene bixwara û wilo jî her demî peşwaziya mevanan dihat kirin û tû sînoren taybet li ber hatina wan tüne bûn. Bi şev û roj mevan her tim hebûn...

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket