5`sal bi ser komkujiya Êzdiyan re derbas bû

kurdistani 11:29 AM - 2019-08-03
5`sal bi ser komkujiya Êzdiyan re derbas bû

5`sal bi ser komkujiya Êzdiyan re derbas bû

Îro 3`yî Tebaxê pêncemîn salvegera komkujiya Êzdiyan li ser destê çeteyên rêxistina DAÎŞê terorîste .

Li gor derbasbûna 5`salan bi ser komkujiyê re lê heta bûyer ji bîr neçûye û li ser mêj ne hatiye daketin ,ku çawa çeteyên DAÎŞê mezintirîn suc bi derheqê Êzdiyan kiribûn û bi hezaran jin û mêr û zarok li ser destê wan şehîd ketin,diyar bû ku kuştin tenê ne çiqasî çeteyan bû heta ku dest avêtin ser jin û keçên Êzdî û revandin û li bazarên Musil û Reqa yê Sûriyê bi çend dolaran difrotin û beşek jî bi darê zorê Îslam kirin û kirin hevjîne çeteyan.

Beriya 2014 an qezaya Şengalê di Cîhanê de ne dihate naskirin ,lê piştî êrîşkirina dûr ji mirovatiyê bi ser navçeyê de Şengalî cihê xwe di sereteya Rojnameyan û Çepemeniyên cîhanê de girt, danûstandina çeteyan bi jin ûzarokên Êzdî re aşkire bû ji tîbûn û birçîbûn û namusbirin û kuştina  û eşkencekirina canî û nefsî  bi giştî ji dunyayê re zelal bû, ku çawa DAÎŞê 1700 keçên Êzdî bi herzanî li bazarên ku wn ji xwe re avakiribûn difrotin heta ku jin û keçkên Êzdî ji xwe re kirin ebd û bindest .

Hêjay gotinêye ku komîteya bi ser Dewletên Yekbûyê de kiryarên çeteyên DAÎŞê li dijî Êzdiyên Kurd li Şengalê pejirand û piştî dîtina gorên bikomî li Şengalê bi " qirkirina bikomî " da naskirin.

Her weha ofîsa rizgarkirina revandiyên Êzdî li ser amara qurbaniyên Êzdiyan li ser destê rêxistina DAÎŞê ji 3`Tebaxê de ragihand.

Rêvebirê giştî yê karûberên Êzdiyan di wezareta Ewqafê de Xeyrî Bozanî di daxuyaniyake tabet de ji pUKmedia`yê re ragihand ku amara qurbaniyên ji Êzdiyan li cem Dewletên Yekûyî bi vê awayê xwerê ye:

- Hejmara Êzdiyan li Êraqê 550 000 nesemê bû

- Hejmara koçberan 360 00 koçbere

- Hejmara qurbaniyan di rojên yekem ji êrîşên DAÎŞê de 1293 şehîd in

- Hejmara sêwiyan gihîştine 2745 sêwiyan

- Hejmara gorên bikomî ên ku heta niha hatine dîtin 80 gorên bikomîne û bi dehan jî gor bi tekî hatine dîtin.

- Hejmara mezar û cihên ol ên ku ji aliya DAÎŞê ve hatine rûxandin 68`mezar in.

- Hejmara ku derketine dervayî welêt bêhtirî 100 000

- Hejmara girtiya 6417 girtîne( 3548 jin , 2869 mêrin) .

- Rizgarkiriyên ji dest DAÎŞê 3509 kesin ( 1192 jin , 337 mêr, 1033 zarokên keç û 947 zarokên lawin).

Hejmarê ku mane 1323 jin û 1585 mêr in.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket