Operasyona YBŞ/YJŞ û artêşa Êraqê berfireh bû

kurdistani 02:55 PM - 2019-08-02
Operasyona YBŞ/YJŞ û artêşa Êraqê berfireh bû

Operasyona YBŞ/YJŞ û artêşa Êraqê berfireh bû

Operasyona hevpar a hêzên YBŞ/YJŞ, artêşa Êraqê û Heşd Şebî ku li gundekî Şengalê serê sibehê li dijî çeteyên DAÎŞê dest pê kiriye, berfireh bû û her didome.

Hat diyarkirin ev operasyon berdewama operasyonên 11 û 26'ê Tîrmehê yên hevbeş in, ku dijî hucreyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ'ê hatibûn meşandin.

Di 11'ê Tîrmehê de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û artêşa Êraqê li herêma navbera Selehedîn, Anbar û Musilê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê operasyonek dabû destpêkirin û di encamê de gelek çete hatibûn kuştin.

Piştî ku di 24'ê Tîrmehê de çeteyên DAIŞ'ê 2 Êzîdî Hûsên Etêş û Hecî Hesen qetil kirin; hêzên YBŞ-YJŞ, Artêşa Iraq, Heşdî Şabî û hinek hêzên din yên herêmî, di heman rojê de li herêma gûndê Golat dest bi oparasyonek nû kiribûn.

Di encama operasyonê de stargeheke çeteyên DAÎŞ'ê hatibû dîtin ku gelek çek û cebilxane tê de bûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket