Bafil Talebanî pêşwazî li şandeke Birîtanî kir

kurdistani 04:47 PM - 2019-07-24
Bafil Talebanî pêşwazî li şandeke Birîtanî kir

Bafil Talebanî pêşwazî li şandeke Birîtanî kir

Li bajarê Silêmaniyê Bafil Talebanî pêşwazî li şandeke Birîtanî kir.

Îro roja çarşemê 24-7-2019`an, li girê Dabeşanê ya bajarê Silêm,aniyê, siyasetmedarê kurd Bafil Talebanî pêşwazî li şandeke Brîtanî bi serokatiya balyozê Brîtanya li Bexdadê Jhon Wîklis û konsilê wî welatî li Herêma Kuridstanê James Sornton kir.

Her weha di wê civîna du qolî de, her du aliyan li ser rewşa siyasî û ewlehiya navçeyê û bi taybet Êraq û derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û rola Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê gotûbêj û şirove kirin.

Di wê dîdara du qolî bi şandeya Brîtanyayê re, siyasetmedarê kurd Bafil Talebanî ragihand ku ew tîma Yekîtiya Nîştimanî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji bo çeksazî û xizmetkirina welatiyan e û avakirina aboriyeke bihêztir û hikûmertekî wealtî ku li ser sê astan kar dikin ku mitmaneya xwe jî ji bernameya kabîneya 9 a hikûmeta Herêma Kurdistanê werdigre.

Talebanî di barê peywendiyên Herêma Kurdistan û Bexdadê de wiha got; Eger em bixwazin Herêmeke avakirî hebe, pêwêste ku mirov bi riya diyalog û giftûgoyan bikin ew jî ji bo berjewendiyên Kurdistan û avakirina wê ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket