Encûmana Nûneran li ser hinek piroje deng dide

kurdistani 10:03 AM - 2019-04-15
Encûmana Nûneran li ser hinek piroje deng dide

Encûmana Nûneran li ser hinek piroje deng dide

Biryare ku îro Duşemê 15-/4/2019`an,ji bo dengdanê li ser hejmareke ji mijarên Yasayê Encûmana Nûneran rûniştinekê lidarxin .

Parlementarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mîran Mihemed di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand ku dê li ser sererastkirina yasaya gerandina pereyên Êraqê jimare (9) ya sala 2012`an û dengdanê li ser pirojeya sererastkirina yasaya kompaniyan jimare (21) ya 1997`an û xwendina yekemîn ji pirojeya qanûşna wezareta peywendiyê û teknolociya agahiyan deng bidin.

Her weha amaje bi wê yekê jî hat kirin ku dê di rûniştinê de xwendina yekemîn li ser pirojeya sererastkirina yekem ji yasaya wezareta Navxwe re jimare 20 ya sala 2016`an û hinek mijarên din jî gotûbêj bikin ku pirojeya qanûna hatûçûnê jî di nav de ye.

PUKmedia taybet 

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket