Kurdno desthilatno Ciwanê Efrînî rizgar bikin

kurdistani 01:11 PM - 2019-03-05
Birîndarê şerê Efrînê Ciwan Osman

Birîndarê şerê Efrînê Ciwan Osman

Min bangewaziya Ciwan Osman yê pir nexweş ku li ser textê nexweşxaneyên Şamê dinale, şand ji hemû aliyan re, min li ser hemû rûpel û Twiter û Instgrem û Tîlegreman jî weaşnd, lê mixabin ji bilî yek kesî bersiva min neda ye, ew jî yek ji nasên min ên li ser facebookê li Udlibê bû.

Heya niha bersiva ti part û aliyên siyasî kurdî ji min re nebû ye. Min bi erebî û îngilîzî û kurmancî jî weşandiye, lê mixabin heya niha ti kesî bersiv nedaye. J i ber vê jî, ezê niha bi riya vê gotarê jî banga xwe ya girîng binivîsim û êdî her kes li gor wîjdanê xwe be...

Banga min ji bo Rêvebiriya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê...

Banga min ji bo rayedarên Hewlêr, Qendîl û Silêmaniyê.....

Banga min ji bo Partiyên kurdî li Rojava û Başûr û Bakur û Rojhilatê Kurdistanê..

Banga min ji bo tevahiya rêxistinên sivîl û mirovî û mafperwerî ên kurd li Kurdsitan û Cîhanê.....

Banga min ji bo her dewlemendekî kurd li Kurdisdtan û Cîhanê...

Banga min ji bo her bijîşkekî kurd li Kurdistan û Cîhanê....

Banga min ji bo her hunermendek, rewşenbîre, ronakbîrek, nivîskarek, siyasetvanekî kurd li Kurdisdtan û Cîhanê...

Banga min ji bo kurdên me ên li derva û bi taybet li Amerîka, Kened, Ewropayê.....

Banga min ji bo hemû ew kesên ku li ser facebookê weşana zindî dikin....

Berî her tiştî xwedî li ciwanê Efrînî ((Ciwan Osman)) yê ku di şerê Efrînê de birîndar bû ye û bi nexweşiyekî giran ketiye derkevin.

Eger we Ciwan ji mirinê rizgar kir, wê demê, hûnê bibin cihê bawerî û metmaneya gelê kurd û Kurdistanê û bi taybetî gelê Efrînê yê birîndar û perîşan û belengaz.

Ev navberoka bangewaziya gênc û ciwanê Efrînî yê bi navê Ciwan Osman e;

Bangwaziyeke Mirovî
Ji bo her kesên peywendîdar....

Bangewaziyeke mirovî ji bo her wijdaneke zindî û erkdar....

Em wek PUKmedia`yê li ser daxwaza Delîl Osman ku birayê ciwanê Efrînî yê nexweş Ciwan Osman e, wek erkeke rojnamegerî û xwedî li jiyana Ciwanekî ku di şerê Efrînê de rastî nexweşiyeke giran û bê wêne hatiye vê nameya diweşînin.

Naveroka nameya Ciwan Osman ku di encama bombebarankirina Tirkiyê ji axa Efrînê re, rastî nexweşiyeke bê wêne hatiye û ev ê li xwe rê, naveroka nameya bangewaziya Ciwan Osman e:

"Navê min Ciwan Ehmed Osman e ji bajar ê Efrîn ya parizgeha Heleb ê me, 20 salî me ,di encamê şerê û êrîşên dewleta Tirkiyê bi ser bajar ê min Efrîn ê de ez birîndar bûn û bi nexweşiya Kêm xwîniya bê kara (Aplastic Anemia) ketim e,navenda çêkirina xwînê di canê min de kar nake pêwîstiya min bi Neştergeriya çandina mêjê estiyan heye.

Ji ber topbarana artêşa Tirkiyê bi ser Efrînê, ew bi nexweşiyeke bê wêne dikeve û ji ber tunebûna karmend û kadirên tenduristiyê li wê gundî ku ez lê mam, piştî ku em ji wir derketin, berê min dane Helebê û ji Helebê ber bi Şamê ve min birin.

Li ser riya Şamê ez hatim girtin û polîsên leşkerî ên Sûriye min birin leşkeriya Sûriye, lê piştî ku wan nexweşiya min naskiirin, min berdan û ji xizmeta leşkeriyê serbestkirin. Niha ez li Şamê me, ji 8 mehan ve min nêzîka 250 tur xwîn wergirtiye û ez niha bi nexweşiya zaîdê jî ketin lê ji ber kêmbûna xwînê ez nikarin neştergeriyê bikim û pizîşkên min jî dibêjin ku pêwîste ku bilaz neştergerî ji min re bê kirin lê rewşa me ya aborî û darayî kok nexweşe û lawaze û tiştek bê cilên me bi dest me ve nîne ."

Ciwan di heyama nameya xwe de bang li Xaça Sor û Neteweyên Yekbûyî dike ku li rewşa wî binirin û destek ê bidnê da ku bikaribe emeliyat bike û ji nexweşiyê rizgar bibe.

Ji bo peywendiyê li gel birayê Ciwanê nexweş Delîl Osman têkelî bikin, hûn dikarin bi vê jimarê vêre têkel bin û yarmetî û alîkariyê bidinê 00963936559661

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket