Kosret Resûl; Rola şehîdan bilind nirxand

kurdistani 05:47 PM - 2018-11-21
Kosret Resûl; Rola şehîdan bilind nirxand

Kosret Resûl; Rola şehîdan bilind nirxand

Kosret Resûl Elî rola pakrewanên YNKê di rizgariya Kurdistanê de pir bilind nirxand.

Di merassîma îro roja çarşemê 21-11-2018`an, de, cîgirê sekreterê giştî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê gotarek di barê roja şehîd û pakrewanên Ykîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de pêşkêş kir û tê de rola pakrewaên YNKê ji bo rizgariya axa Kurdistanê pir bilind nirxand.

Kosret Resûl di gotara xwe ya roja şehîdên YNKê de ragiahnd; Malbata pakrewanan bila her serbilind bin ûdi roja şehîdên YNKê de, emê her bi rêz û wefa bin û em serê xwe ji bo wan ditewînin, ew azadiya ku îro heye ew berhema xwîna wan pakrewanan ye.

Kosret Resûl Elî di heyama gotara xwe ya derbarê roja şehîdên YNKê de, amaje bi wê yekê kir ku ew pêngav û berhemên ku îro li Kurdistan hene, tev encamê xwînê şehîdan e, û YNKê xwe bi xwediyê wan şehîdan dibîne û xwe bi partiya şehîd û pakrewanan dizane.

Îro serokkomarê Êraqê kurd e û ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye, ew xwîna ku zarokên we ji bo azadiya Kurdistanê rijandine, bi bê sûd neçû, ev berhem tev ya wan e, mixabin serbarê ku YNKê pir xizmetî riya pakrewanan dike, lê îro xwedîderketina li malbata şehîdên kême, ev yek dibe were çareserkirin û malbartên şehîdan şayîstî hemû alîkariyekê ne.

Resûl Elî di dawiya gotara xwe de, tekez li ser wê yekê kir û YNKê partiya pakrewanan tye û herdem xwe bi qerdarê gel û wan şehîdên ku di rêza YNKê de ji bo doza gelê kurd şehîd bûne dibîne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket