Hunermend Ehmedê Xanê Ser Hesreta Efrînê Klîbeke Nû Çêdike

kurdistani 12:27 PM - 2018-09-14
 Hunermend Ehmedê Xanê Ser Hesreta Efrînê Klîbeke Nû Çêdike

Hunermend Ehmedê Xanê Ser Hesreta Efrînê Klîbeke Nû Çêdike

Hunermendê Efrînî Ehmedê Xanê, ku li Kampa Serdem li Şehba dimîne, dest bi çêkirina klîbeke nû re kiriye, ku ew klîpa yekê ye li kampên Şehba tê tomar kirin.

Xanê ew klîb ji strana xwe ya bi navê “Berxwedana Efrînê” çêkir ku peyîv û awaz yên wî bi xwe ne.

“Em amade ne sebî Efrînê her tiştî feda bikin. Ne tenê wek hunermend, lê ewek mirovekî şoreşger emê xwe ji axa Efrînê re feda bikin. Werin em dor Efrîna xwe bicivin, çimkî îro ew nîşana Kurdistana giştikî ye”.

Xanê dîyar kir û ew niha bi alîkarîya tevgera çand û hunerê, provayên çêkirina klîba stranê dikin, ku ew dîmenên wê li nava gelê Efrînê yên li kampan dijîn, bikşînin.

Xanê dibêje ku wî xwest bi vê kilamê hestên penaberî bîne pêş temaşevanan çimkî gelê Efrînê li vir li ber xwe dide.

“Çavê gel li warê xwe ye, loma min wate ji wan girtiye û kiriye stran. Tevî ku ew niha li vir dijîn, rihê wan li Efrînê ye û Efrîn jibo wan wek dayik e.”

Xanê bîrewarîyên 58 rojên şer li hember artêşa Tirk û komên turdrê bi kilama xwe bi bîr tîne:

“Ez dixwazim li kampê êş, zor û zehmetîya gelê xwe parve bikim û ji hemû cîhanê re ragihînim û bibim dengê Efrînîyan”.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket