Hîn MSD û Rêjîm ne gihîştina ti peyman ê û lihev nekirine
kurdistani 12:46 PM - 2018-08-16Tu lihevkirin li ser tu tiştî nehatine kirin′
Endamê Desteya Rêveber a MSD’ê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku hevdîtinên wan bi rêjîma Sûriyeyê re li ser banga rêjîmê bûn. Her wiha destnîşan kir ku heta niha li ser tu tiştî li hev nekirine û armanca wan ji vê yekê ew e ku xizmeta gelê Sûriyeyê bikin.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) duh li navenda xwe li naçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê civînek li dar xist. Civîn li hola civînan a navenda MSD`ê a navçeya Eyn Îsa hate lidarxistin.
Civîn bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Hesen Mihemed Elî li ser aloziya Sûriyeyê û rewşa Rojava – Bakurê Sûriyeyê axivî. Elî desntîşan kir ku ji ber ku Sûriye di rewşeke pir hesas re derbas dibe, hêzên xwe yên leşkerî ava kirin da ku karibin herêmên xwe biparêzin, wan hêzên li hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê şerê terorê kir, her wiha ji bo rêveberiya herêman rêveberiya xwe ya xweser ava kir û ev yek herêmên Bakurê Sûriyeyê ji herêmên din cuda dike.
Elî di berdewama axaftina xwe de got ku şervanên YPJ/YPG û QSD`ê bi hev re hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê ji terorîstan rizgar kirin û wiha anî ziman: "Piştî rizgarkirinê me ji nû ve komîteyên xwe yên xizmetguzariyê ava kirin û xistin xizmeta gel. Tevî rewşa heyî jî lê hemû pêwîstiyên gel hatin peydakirin.”
Der barê civîn û nîqaşên di navbera MSD`ê û rêjîma Sûriyeyê de Elî got civînên wan li Şamê li ser banga rêjîmê bûn, ji bo ku aloziya Sûriyeyê çareser bikin. Elî diyar kir ku civînên wan di çarçoveya xizmetguzariyê de bûn, nîqaş li ser vegerandina xebatkarên Bendava Tebqayê ji kar re hate kirin, her wiha komîte ji her du aliyan ve ji bo şopandina Rêveberiya Xweseriya Demokrtîk û rêveberiyên Herêmî yên Bakurê Sûriyeyê û xizmeta ku dide gel, hatin avakirin.
Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Hesen Mihemed Elî di dawiyê de destnîşan kir ku ew ji bo peydakirina pêwîstiyên xizmetguzariyê ji gelê Sûriyeyê re û armanca wan a sereke aloziya Sûriyeyê ye û diyar kir ku tu nîqaş di tu mijarên din nehatine kirin, tu lihevkirin li ser tu tiştî jî nehatine kirin û encamên civînê dê ji bo gelê Sûriyeyê erênî bin.
PUKmedia/Anha
hewal ziyatr
-
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08 -
Çar bazirganên narkotîkê yên navneteweyî hatin girtin
09:15 PM - 2024-05-08 -
Talebanî: Ez spasiya hewlên balyozê Spanyayê dikim
06:27 PM - 2024-05-08 -
Berdevkê YNKê: Tenê partiyek hilbijartinan naxwaze
06:21 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
06:04 PM - 2024-05-08
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
03:43 PM - 2024-05-08
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
10:49 PM - 2024-05-07
Serok Bafil bo Koordînatorê Têkoşîna li Dijî Terorê: Teror hîn jî metirsî ye
10:07 PM - 2024-05-07
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
Kurdistan 10:49 PM - 2024-05-07 -
Serok Bafil li Washington: Em ber bi herêmek demokrattir ve diçin
Kurdistan 08:31 PM - 2024-05-07 -
Serok Bafil bo Koordînatorê Têkoşîna li Dijî Terorê: Teror hîn jî metirsî ye
Kurdistan 10:07 PM - 2024-05-07 -
Komîsyonê karê darayî û teknînî ya ji bo hilbbijartinên Parlematoyê rawestand
Kurdistan 10:32 AM - 2024-05-08 -
Yekîtî îtirazê li biryara rawestandina rêkarên hilbijartinên parlementoyê dike
Kurdistan 12:43 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
Kurdistan 03:43 PM - 2024-05-08 -
Berdevkê YNKê: Tenê partiyek hilbijartinan naxwaze
Kurdistan 06:21 PM - 2024-05-08 -
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-08