Li Taywanê Erd hejiya

kurdistani 11:21 AM - 2018-07-15
  Li Taywanê Erd hejiya

Li Taywanê Erd hejiya

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Taywanê (CNA), Buroya Meteorolojiyê ya Navendî ragihand ku erdhej bi 70,3 kîlometreyî li binê erdê rû daye. Hate ragihandin ku şîdeta erdhejê 4,3 pile ye û li herêma bi 18.8 kîlomtreyî li rojhilatê navçeya Yîlanê pêk hatiye.

Li gorî agahiyên destpêkê tiştek ji ber erdhejê bi kesî nehatiye.

Li dû vê erdhejê bi şîdeta 4,5 pileyî erdhejeke din û gelek erdhejên jê biçûktir rû dan.

Li Taywanê sala 1999'an bi şîdeta 7,6 pileyî erd hejiya bû û zêdeyî 2 hezar û 300 kes miribûn.


PUKmedia/Ajnsan

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket