Roja zimanê kurdî li we pîroz be


16/5/2018 12:35:00
Çapkirin
     Hozan Efrînî

Di serî de, ji bo vê roja pir pîro û watedar, ez we tevahiyan bi zimanê zikmakî ya Kurdî û Kurdistanî silav dik im û çavên we tevan maç dikim û destweşiyê li xebatkar û xemxwerên parastina zimanê Kurdî li Kurdistan û dervayî Kurdistanê dikim.

Wek tê zanîn ku hersal de, di roja 15-5`an de, cejina zimanê zikmakî ya kurdî ye. Ev roj li hemû deverên Kurdistanê tê pîroz kirin û bi coşeke mezin ji aliyên her ziman perwerekî ve, hatiye vejandin û hatiye pêşwazîkirin û xwedî lê derketin.

Wek tê zanîn ku di hemû salê de, roja 15ê Gulanê, wek roja cejna zimanê Kurdî tê naskirin û bilind tê nirxandin. Lê di vê rojê de jî, berhemeke din derketiye holê ku bûye bingeha nivîsa bi zimanê latînî ya kurd, ew jî , Kovara Hawarê ye, ew kovar di roja 15 -5- 1932`an de derketiye, ango salvegera weşandina yekemîn car û hejmara yekê ji kovara Hawarê ya dîrokî ye ku bû bi mal ji bo pêşxistin û parastina zimanê kurdî li Bakur û Rojava û li nava kurdên Sovyeta berê û Ewropayê.

Hêdî hêdî nivîsa latînî xwe li beşên din ên Kurdistanê jî bi cih kir, çi li Başûr û çi li Rojhilatê Kurdsitanê be. Di radyo û kenalên ezmanî de, her weha di kovar û rojname û pirtûkan de be, zimanê kurdî ya latînî ber bi pêş ve diçe. Lê li deverên zeraveya Soranî, bi tîpên erebî parastina zimanê kurdî û pêşxistina wê dirêjahî heye.

Dema mirov dibhîse û agahdar dibe ku rewşenbîr û ronakbîr û aliyên ramyarî ên kurdî û Kurdistanî, bi dil û can xwedî li vê roja pîroz derdikevin û bi roja zimanê dayîk ya neteweyî dijmêrin û berfereh dinirxînin, tê wateya ku neteweya kurd çi li Kurdistan û çi li cîhanê be, cihên xwe di nava civaka mirovatiya pêşkeftî de, cihe xwe digrin ew jî dibin xwedî vîneke azad û çandeke resen.

Her weha gelê me yê Kurd jî yek ji wan gelên cîhanê ye ku çiqas bê xwedan ma be û bê bayexdan jî ma be, bê beşkirina ji jiyana azad jî ma be, lê îro pêşxistin û parestina zimanê zikmaî Kurdî, ciheke xwe taybet di nava rêzên gelê me de heye û bi taybetî, di nava hemû rewşenbîr û zane û rêkxistinên me ên Kurdan de tê dîtin û pir buhaqeder e.

Ez dikarim bi zelalî nêrîna xwe derbarê rewşa zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê bînim ser nivîs, her çiqas li nav rêzên gel pêşketin û xweşdiliya xwendin û fêrbûna profesînal di derbarê zimanê Kurdî de heye. Lê mixabin ta niha ferheng û kultura Erebî di fikir û raman û nivîsên rewşenbîr, helbestvan, rojnamevan, hunermend, mamoste û nivîskarên me yên di facebook û malperan de dinivîsin zal û bi hêze.

Nîşana herî li ber çavan ewe ku dema mirov seyrî malper û rojnameyên elektronîk û facebook û yên din bike, bi piranî girîngiyê didin zimanê Erebî û Zimanê Kurdî jî bi pila duyemîn carna jî kok tune diznin û di warên piraktîkî de jî bicîdikin.

Bo nimûne ku her part û rêkxistineke Rojavayê Kurdisrtanê, nivîs û daxuyanî û belavokên xwe yên sereke, tev bi zimanê erebî belav dikin û ji dîtin û gotûbêjan ve bigre û heya vekirina kongire û konfirans û gelek tiştên din. Gelo ev tê çi wateyê..? Ew kar, dê di demên pêş de gelek ziyan bighêje bi pêşeroja zarok û nifşên nû li Rojavayê Kurdistan ê.

Lê tiştê here xweş ew kes û aliyên ku zimanê Erebî didin pêş, bandorên wan li ser civaka me yê Rojavayê gelek lawaze, her çiqas Rêvebiriya Xweser a Demokratîk li gelek cihên Rojavayê Kurdistanê xwedî li vejandina zimanê kurdî derketiye, lê mixabin ewqas jî şerê wê hatiye kirin û rê li pêş wê hatiye kirin ji alî û partiyên ku xwe bi xwediyê rêbaza kurdeyetiyê dibînin ve pêkhatiye.

Her dema ku rêvebiriya xweser li Rojavayê Kurdistanê dest bi projeya xwendina bi zimanê kurdîm kir, mixabin, rastî êrişên pir dijwar hat, hem ji aliyê nivîskarên pênûsfiroş, hem ji aliyê ramyarvanên bê vîn û xweradestkirî û hem ji aliyê partî û rêxistinên ku ketine xizmeta neyarên zimanê kurdî û doza wê ya rewa ve, ev bi serê xwe, tiratîjiyeke mezin e ku li dijî vejandina zimanê zikmakî pêkhat û xwepêşandan mil bi milê erebên çovenîst li dijî zimanê kurdî kirin û dilê neyarên doza kurd û zimanê zikmakî a kurdî xweş û hênik kirin.

Di vê rojê de û bi vê boneya pîroz, ez tevahiya Rewşenbîr, helbestvan, rojnamevan, hunermend, mamoste, nivîskar û ramyarvan û çalakvanên me ên Rojavayê Kurdistanê û aliyên din ên Kurdistanê yên xemxwer û çalakvan û xwedî li zimanê kurdî bi awayekî rast û dirust derdikevin û dixebitin pîroz dikim ku daxwaza min jî, di vê barê de,  ji wan tenê ewe ku, êdî ji vir û pê ve girîngiyê bidin zimanê dayîkê, zimanê kurdî ya şêrîn û vejandina wê p parastina wê bikin bi karnameyên xwe ya herî destpêkê li her derê dibe bila bibe.

Bi kurdî bixwînin, raman bikin, nêrîn bidin, nivîs bikin, wêne bikişînin, pêşengehan vekin, pirtûkan biweşînin, destanan binivîsin û Efrînê jî ji bîr nekin, ji ber ku, Efrîn, navenda vejandina zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû. Ji ber ku yekem zanîngeha bi zimanê kurdî li Efrînê bû, yekem peymangeha mûzîka kurdî li Cindirêsê bû, kelhaya Horî jî hemû rastiya resentiya Efrîn û ziman û çanda wê dide nasandin ku êdî Efrîn navendeke kurdî resene û wê ti carî nebe warê miletekî din û wê guhertina demografîk li ser xwe nepejirîne.

Hozan Efrînî


 

Hunermend Ciwan Musa koça dawî kir


Hunermendekî ciwan yê Efrînê li Almaniyayê koça dawî kir.

Duh roja pêncşemê 21-6-2018`an li welatê Almmaniyayê, hunermend&...


»   Awstraliya; 15`mîn kongireya Zerdeştiyên Cîhanê birêve çû
»  Yûnan: Berpirsên şerê li nav kampê divê bên cezakirin
 

Tunekirin û binkeftina Erdogan dê li Efrîn ê be


Rojnamevan Zana Umar diyar kir ku Erdogan siyastên xwe yên binkeftî li ser Efrînê bi riya ragihandinê vedişêre û got &ld...


»  Serkirdeyekî Efrînî; Tirkiyê newêre leşkerên xwe derbasî Efrînê bike
»  Hunermend Zekeriya Dawûd ji PUKmedia`yê re dipeyve
 

QSD: di 3`rojan de 46`çete hatin kuştin û 3`gund rizgar bûn


Şervanên QSD'ê di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de pêşve çûna xwe didomîn in. Şervanan sê gund &u...


»  Amarên qurbaniyê Êzdiyan ji ber êrîşên DAÎŞê aşkire bû
»  Ji bo Raya Giştî ya Cîhan ê

Karîkator