Serokkomar vegeriya Bexdadê

kurdistani 04:00 PM - 2018-05-06
Serokkomar vegeriya Bexdadê

Serokkomar vegeriya Bexdadê

Serokkomar piştî serdana xwe ji Silêmaniyê re, dîsa vegeriya Bexdadê.

Serokkomarê Êraqa federal Dr. Fuad Masûm piştî ku serdana bajarê Silêmniyê kir ku li gel berpirsên hizbî û hikûmî civiya, careke din vegeriya Bexdadê û gihîşte cihê xwe.

Di wan civînên ku pêkaniye de, her li gel serokên komusyonên Encûmena Navnedî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê û piştre jî serdana Hêro Ibrahîm Ehmed li navçeya Dabeşanê jî kir.

Hêjayî gotinê ye ku di roja şemiyê 5-5-2018`an de, serokkomarê Êraqa federal Dr. Fuad Masûm bi serdanekê gihîştibû bajarê Silêmaniyê.
Her li firokexaneya Silêmanî ya navneteweyî, serokkomar Dr. Fuad Mesûm ji aliyê berpirsê desteya kargêrî Mela Bextiyar û endamê polidburoya YNK`ê Omer Feteh û Sedon Feyl berpirsê malbenda YNK`ê ya Bexdadê û parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebu Bekir ve hat pêşwazî kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket