AFP: Tirkîyê Êrîşî Nexweşxaneyeke Efrînê Kir

kurdistani 04:33 PM - 2018-03-17
.

.

Reuters û AFP’ê ji zarê jêderên cûda ragihand ku firokên cengê yên Tirkîyê êrîşî nexweşxaneyeke Efrînê kirine.
AFP’ê di ser karbidestên Heyvasor ya Kurdan piştrast kir ku firokên Tirkîyê êrîşî nexweşxaneyê kiriye, lê li ser hejmara kuştî û birîndaran ti agahî neda.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî da zanîn ku nexweşxane bi awayekî ‘’jixweber’’ hatiye armanc kirin. Rêberê SOHR’ê Ramî Abdel Rahman ji AFP’ê re dîyar kir ku di êrîşê de 16 sîvîl hatine kuştin û ji van dudu jinên ducanî ne.
Li gor SOHR’ê roja Înê 15,000 kes ji Efrînê derketin. Serkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku wan piranîya Efrînê bi dest xistiye.
Karbidestên Tirkîyê ser kuştina sîvîlan dibêjin ‘’propaganda’’ ye û ew ‘’bo berevanîya sîvîlan her tiştî dikin’’ Neteweyên Yekbûyî û hin komên din yên li herêma Efrînê dîyar dikin ku gelek sîvîl jiber cengê mexdûr bûne.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket