Bi derewan Tirkiyê têk çûna xwe vedşêre

kurdistani 12:40 PM - 2018-02-07
Bi derewan Tirkiyê têk çûna xwe vedşêre

Bi derewan Tirkiyê têk çûna xwe vedşêre

YPGê bi daxuyaniyekê bersiv da îdiayên dewleta tirk yên ku digot, YPGê çekên kimyewî bi kar anîne û got, "Dewleta Tirk bi rêya van îdia û derewên qirêj, têkçûna xwe ya li bakurê Kantona Efrînê vedişêre."

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser îdiayên dewleta tirk yên ku tê de digot YPGê li hemberî gelê Efrînê çekên kimyewî bi kar anîne, daxuyaniyek parve kir û got, "Artêşa Tirk û terorîstên di bin parastina wê de, bi armanca veşartina têkçûna xwe ya li bakurê Kantona Efrînê îdia dikin ku hêzên me li hemberî wan çekên kîmyawî bi kar anîne."

"Di dewamiya dexuyaniyê de hat ragihandin ku operasyona paqijkirina qada Şêxorzê de artêşa Tirk derbeyên giran xwarin û wan bi xwe ev çek bi kar anîn û qad topbaran kirin. Piştî dîtina bandora vê çekê hêzên me xwe kişandin cihên bilind ên gund û terorîstên di qadê de man bi xwe ji vê çekê bandor bûn. Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibêjin ku di parastina xak û gelê xwe de, em tenê xeta parastina rewa esas digirin. Em bikaranîna van çekan, her li ku der û ji alî kê ve dibe bila bibe, şermezar dikin."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket