Seyrangehên li Çiyayê Kurd (Efrîn)

kurdistani 04:47 PM - 2017-11-11
Seyrangehên li Çiyayê Kurd (Efrîn)

Seyrangehên li Çiyayê Kurd (Efrîn)

Herêma Çiyayê Kurmênc ji aliyê arxêyologî û torîstîkî ve jî herêmeke gelek xweş e.

Wek hemû aliyên Kurdistanê, di bin axa vê herêmê de jî, li her cihekî şopa çand û civakên kevnar heye. Lê tenê hin tişt ji wan li ber çavan tên xuyakirin. Li Çiyayê Lêlûn gelek avahiyên kevnar aşkere û diyar in.

Li vî çiyayî, ya here bi nav û deng Kela Semanê ye, ku ewropayî jêre „San Sîmon“ dibêjin. Her sal, bi lekan û qeflan torîst tên li vê kelayê temaşe û mêze dikin. Li bakurê-rojhilatê herêma Efrîn Kela Nebî Hurî heye, ku ji wê re ewropayî „Sîrûs“ dibêjin.

Li nêziya vê kelayê, Pira Kevnare heye. Pire li ser Çemê Efrîn hatiye avakirin û hên jî tê bikaranîn. Li Deşta Cûmê, ji aliyê Hemqê de heya Kela Horî, gelek girên kevnare yên avakirî hene. Her girek ji wan, ji her aliyekî ve, ji du girên din ve tê xuyakirin. Gava van giran dikolin, gelek tiştên bi nirx ji wan derdikevin. Girê Endarê jî cihek pêwist e.
Ji aliyê din ve, seyrangeh û cihên bihinvedanê jî gelek hene. Ewên bi nav û deng ev in: Kefircenê: Bi av, dar û berên xwe tê naskirin. Li vir gelek aşxane û cihên şahiyan hene, ku ew her roj dagirtî ne.
Basûtê: Bi darên henaran û kaniya xwe navdar e. Dibêjin ku xwarina aşxana vir bê kêmasî ye. Meydankê û Gemrûkê bi sîlavên avê tên naskirin. Ava Sarisabûnê, li binaniya Kela Horî, gelek seyrangeran ber bi xwe ve dikişîne û wisa jî Kitix û Tislor. Kaniya Batmanê jî wek seyrangeh li ber Ava Reş e, lê ji ber ku ew li ber sînor e, pir mirov naçin wir.

Nivîskar; Dildar Mîtanî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket