Gelên Kerkûkê ji bo Mam Celal di şînê de ne

kurdistani 12:51 PM - 2017-10-08
Gelên Kerkûkê ji bo Mam Celal di şînê de ne

Gelên Kerkûkê ji bo Mam Celal di şînê de ne

Gelên Kerkûkê ji bo Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî di şînê de ne.

Ereb, Kurd, Tirkmen ên ku ji ajansa me re axivîn, ji bo Mam Celal gotin, ‘’gelan bavê xwe ji dest da, ti caran wê cihê wî neyê tijekirin.’’

‘GARANTORÊ GELAN BÛ’

Serokê Eşîra Cenabî Şêx Mihemmed:

‘’’Mam Celal garantorê gelên Iraqê bû. Mirina Mam Celal pir giran e. Mirov nikare ragire.

Em Erebên Iraqî, Kerkûkî pir xemgîn in. Rewşeke giran e, nayê zimên. Em sersaxiyê ji gelên Iraqê re dixwazin. Di serî de yê Ereb, Tirkmen, Asûrî, Suryanî, Kurd, rêberê hemû gelan bû.’’

 ‘JI BO JIYANEKE BI BIRATÎ XEBITÎ’

Abdurrahman Yusufaga ê Tirmen:

‘’Mam Celal ji bo biratiya gelan, ji bo aşitiyê dixebitî. Bi taybet ji bo ku li Kerkûkê ev were parastin xebitî. Em bi dilekî rehet dikarin bibêjin sembola jiyana bi hev re û bi biratî ya gelan li Kerkûkê Mam Celal bû. Bila cihê wî bihuşt be.’’



 ‘CIHÊ WÎ NAYÊ DAGIRTIN’

Berpirsê Karê Derve yê YNK’ê yê Kerkûkê Xweşyar Ebdirrehman:

‘’Mirina Mam Celal gelên Iraqê pir xemgîn kir. Bandora erênî ya Mam Celal a li ser Iraqê  û bi taybetî ya li ser Kerkûkê gel her car li her deverê dibêjin.

Roja înê piştî ku li ser xaka xwe ku tevahiya jiyana xwe da têkoşîna di ber wê de, li Kerkûkê, em Kerkûkî em ê taziya wî deynin.

Nebûna siyasetmedarekî wiha mezin û karîzmatîk wê bandorê li YNK’ê bike. Cihê wî nayê dagirtin.’’

 ‘JINAN PARÊZERÊ XWE JI DEST DAN’

Seroka Yekîtiya Jinan a Kerkûkê ya YNK’ê Lava Zengene:

‘’Mam Celal xwedî li wan saziyan derdiket ku xwedî li aştî, biratî û azadiyê derdiketin. Bi gotina, ‘ez na parêzer, parêzerê jinan im’ nîşan dide bê ka çi qasî nirxê bi jinan dide. Kesayatiyeke rêber ê wiha bû ku cihê wî nayê dagirtin. Ti kesek nikare şûna wî bigire.’’

PUKmedia-Firatnews

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket