Osman Baydemir: Mam Celal alîkarê her çar aliyên Kurdistanê bû

kurdistani 11:07 AM - 2017-10-07
Osman Baydemir: Mamm Celal alîkarê her çar aliyên Kurdistanê bû

Osman Baydemir: Mamm Celal alîkarê her çar aliyên Kurdistanê bû

Îro demijmêr 10,30 li bajarê Silêmaniyê , li ber mezarê serok Mam Celal, serok û nûnerên welat û partiyan serdana dawî ji bo koça dawî ya serokê kurd rêber Mam Celal kirin û tê de tacên gulan li ber serî wî danîn.
Her weha di wê serdanê de, nûnerê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemir gotarek pêşkêş kir û tê de got; Osman Baydemir: Serok Mam Celal alîkarê her çar aliyên Kurdistanê b.

Her weha di gotara xwe de, Baydemir aşkire kir ku serok Mam Celal ew serokê tevahiya gelê kurd bû, ji ber wê yekê jî, em îro dibînin ku koça dawî ya serok Mam Celal bû ye sedema şînî li her çar parçeyên Kurdsitanê.

Osman Baydemir di dirêjahiya gotara xwe de aşkire kir ku hinek kes û aliyan dixwestin navê Mam Celat wek terorîst nîşan bikin û hinekan jî jê re digotin terorîst, lê spas ji Xwedê re ku piştre jî, serok Mam Celal bû bi serokê tevahiya Êraqê û xwe selmand ku ew xwedî maf û azadiyê û ji bo azadiya gelê xwe tekoçna rewa dike.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket