xalên zagona hilbijartinê hatin erêkirin

kurdistani 01:20 PM - 2017-07-28
 xalên zagona hilbijartinê hatin erêkirin

xalên zagona hilbijartinê hatin erêkirin

RIMÊLAN- Edamên Meclîsa Damezrîner a Sîstema Fedraliya Demokratîk li ser 4 xalên zagona hilbijartine erê kirin.

Meclîsa Damezrîner a Sîstema Fedraliya Demokratîk ku civîna xwe ya sêyemîn li bajaroka Rimêlan lidar xist, dewam dike. Di civînê de xalên zagona hilbijartine têne nirxandin û di dengdanê de derbas dibin. Di civînê de 4 xalên zagona hilbijartine hatin qebûlkirin.

Kota hilbijartina endamên Meclîsên Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê di civînê de hatin diyarkirin.

1-%60 wê nûnerên gel bi riya sindoqan ji aliyê gel ve werin hilbijartin.

2-%40 wê li gorî rêgeza demokratîk ji pêkhateyan cihê xwe di nava perleman de bigrin. Ji hemû pêkhateyan wê tevlî hilbijartinên giştî bibin, eger di hilbijartinên giştî de nûnerên pêkhate derneketin, wê li gorî rêgezên demokratîk werin hilbijartin.

3-Di hemû meclisên Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de wê hejmara jin û mêr mîna hevdû be, ango ji sedî 50 be.

4- Her endamekî/e Meclîsa Gel a Herêmî û perleman mafê wî heye ku du caran were hilbijartin.

Nirxandin li ser zagona hilbijartine didomin.
PUKmedia-Hawernews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket