Australiya êrişên ezmanî li Sûriyê rawestand

kurdistani 11:28 AM - 2017-06-20
 Australiya êrişên ezmanî li Sûriyê rawestand

Australiya êrişên ezmanî li Sûriyê rawestand

Welatê Australiyaragihand ku wê êrişên ezmanî li Sûriyê rawestîne.

Îro roja sêşemê 20-6-2017`an hikûmeta Austrailayê ragihand ku ewê êrişên ezmanî ên li dijî terorîstên DAIŞê li Sûriyê bidin rawestandin.
Wezareta berevaniya wî welatî di barê êrişên firokeyên xwe li ser ezmana Sûriyê li dijî bingehên terorîstan aşkire kir ku wê bi awayekî demkî, êrişên firokeyên cengî ên wî welatî li ser ezmana Sûriyê bên rawestandin.

Hêjayî gotinê ye ku di roja 18-6-2017`an li başûrê Tebqayê dema ku firokeyeke rijîma Sûrî êrişî ser çeperên Hêzên Sûriya Demokratîk kir, ji aliyê Emerîkayê ve hate xistin û ev yek bû sedema aloziyeke di nav Rûsiya û Emerîkayê de.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket