Hevbendîya Niştimanî ya Demokratîk ya Sûrî Kongreya Xwe li Efrînê Pêk Anî

kurdistani 04:29 PM - 2017-05-27
bERPIRSê RAGIHANDINA HEVBENDIYê sELAM HUSêN

bERPIRSê RAGIHANDINA HEVBENDIYê sELAM HUSêN

Hevbendîya Niştimanî ya Demokratîk ya Sûrî bi dirûşmeya ″Em bi hevre welat ava bikin″ kongreya xwe ya duyê li bajarê Efrînê li dar xist.

Di kongreyê de partîyên sîyasî, rûspî û kesitîyên serbixwe ji tevahîya Sûrîyê amade bûn, herwiha nûnerên hêzên leşkerî, YPG, YPJ'ê, Artêşa Şoreşgeran û hin komên din yên nav HSD'ê, wek mêvan tevlî kongreyê bûn.

Hevserokê Meclîsa Sûrîyeya Demokratîk Rîyad Derar, bi rîya Skype jî tevlî kongreyê bû.

Derbara kongreyê û girîngîya darxistina wê di vê demê de, endamê komîteya amadekar û serokê komîta ragihandinê, Selam Husên ji Dengê Amerîka re axivî:

"Kongre di demeke girîng de tê li dar xistin jiber ku çiqas civîn li derve Sûrîyê çêbûn, serketî nebûn. Loma hêza çareserîyê dê ji hundir Sûrîyê derkeve û projeya me ye ku, em hewl bidin bingeha kongreyeke netewî ya giştî biafrînin".

Di kongreyê de piştî axaftinan, raporên kar û xebata komîteyan û şaxên Hevbendîyê li hindur û derveyê Sûrîyê hatin nîqaş kirin.

Kongre bi xwendina encamnameyê bi dawî bû û tê de hate tekez kirin ku, divê bi rêya têkîlîya bi hemû hêz, kesitî, sazî û partîyan, xebatên lidarxistina kongreya netewî ya Sûrî, bidin meşandin, ji bo avakirina Sûrîyeke pireng, demokratîk û nenavendî.

Hêjayî gotinê ye ku Hevbendîya Niştîmanî ya Demokrat a Sûrî di sala 2014’an de hate damezrandin û hemû pêkhatên Sûrîyê di nav de hene, her wiha Hevbendî beşeke ji Meclîsa Sûrîya ya Demokratîk (MSD) ye.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket