Birûskeya Politburoya YNK`ê bo koça dawî Newşîrwan Mistefa
kurdistani 02:33 PM - 2017-05-19Birûskeya Politburoya YNK`ê bo koça dawî Newşîrwan Mistefa
Birûskeya Politburoya YNK`ê bo koça dawî rêzdarNewşîrwan Mistefa
Gelê Azadîxwazê Kurdistan!
Hevalên Yekîtî!
Mixabin û bi êşeke pir, îro demjimêr 8 `ê sibê 19-5-2017`an, piştî temeneke dûr û dirêj li tekoşîn û xebat ku ji salên pênciyan ve, rêxerê giştî yê Tevgera Goranê rêzdar Newşîrwan Mistefa ji ber nexweşiyê ve oxirî li jiyanê kir û koça dawî kir.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku di xemeke kûr de ye, di van rojên xembar de, bi navê Encûmena Serkirdseyetî û Politburo û tevahiya sazî û organan û pêşmergeyên Yekîtiya Nîştiman ya Kuridstanê, me koça dawî ya rêzdar Newşîrwan Mistefa zanî, ji ber wê yekê jî, em hevxemê zarok û malbat û heval û hopgirên aî ne, di heman demê de jî, ji bo tevahiya endamên YNK`ê û hêzên pêşmerge û malbatên şehîdan û tevahiya gelê me xembariyê xwe derdibirin.
Em dubat dikin ku YNK`ê û gelê me di vê helûmercê de, peçkoya koça dawî yê rêxerê Tevgera Goraê ji bo dunyayê nemirî birêdikin, aşkireye ku YNK`ê û Tevgera Goranê yek sale rêkeftinek morkirine ku siyasî ye û du qolî ye, lê mixabin hîn deng û nêrînên nîştimanî yên aliyên siyasî komnebûne ku hji aliyê YNK`ê ve dest pê kiribû, neghîştiye encamê, di serencam de, parleman jî nehatiye bi kara kirin û em wek YNK`ê li vir radighînin ;
-Çareseriya kêşeyan ên li nava aliyên siyasî, ji bo hemûm egerên siyasî bi girîng dizanin.
-Bi karakirina parlemanê, erkeke nîştimanî û yasayî ye, lê siyasî û çarenûsazî ye jî.
-Rêkevtina YNK-Goran, xebat û nexşeya tekoşîna YNK`ê ye û bi cîkirina wê, girîngiya dîrokê ye û emê ji bo wê tekoşîn bikin.
Di dawiyê de, em dibêjin; Serbarî cudabûnên di navbera me de,, bi me başe ku çareseriya dawî ya di navbera YNK`ê û Goran de her wek çiqas car me gotiye ku yekgirtina herdu aliyan, ji bo gelê me wek mizgîniya her xweş yê gelê me ye û ji bo canê kak Newşîrwan jî wek hevalekî dêrînî serok Mam Celal û tekoşerekî damezrênerê YNK`ê ku xwediyê roleke dîrokî bû di şoreşa gelê kurd ya nûh de, her weh bi rêkevtina herdu aliayn, şadî û hestên hevxemiya serok Mam Celal jî dilgeştir dibe, bêgûman endam û cemewerê herdu aliyan saz dibin ji bo birêvebirina erkên mayî ên demokrasî û kurdeyetî û di pêş de, erkên refrandoom û li encamê de jî, serbixweyiya Kurdistanê ye .
Giyana keke Newa şad be û temen dirêjî ji bo zarokên nemir be, em armancên xwe bi yekrêziya hêzên xwe û rêkevtina di navbera xwe de pêktînin.
Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsdistan
PUKmedia-Taybet
hewal ziyatr
-
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08 -
Çar bazirganên narkotîkê yên navneteweyî hatin girtin
09:15 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
06:04 PM - 2024-05-08
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
03:43 PM - 2024-05-08
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
10:49 PM - 2024-05-07
Serok Bafil bo Koordînatorê Têkoşîna li Dijî Terorê: Teror hîn jî metirsî ye
10:07 PM - 2024-05-07
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
Kurdistan 10:49 PM - 2024-05-07 -
Serok Bafil bo Koordînatorê Têkoşîna li Dijî Terorê: Teror hîn jî metirsî ye
Kurdistan 10:07 PM - 2024-05-07 -
Komîsyonê karê darayî û teknînî ya ji bo hilbbijartinên Parlematoyê rawestand
Kurdistan 10:32 AM - 2024-05-08 -
Yekîtî îtirazê li biryara rawestandina rêkarên hilbijartinên parlementoyê dike
Kurdistan 12:43 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
Kurdistan 03:43 PM - 2024-05-08 -
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-08 -
Berdevkê YNKê: Tenê partiyek hilbijartinan naxwaze
Kurdistan 06:21 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
Kurdistan 09:08 PM - 2024-05-08