Babekir; Nûsîngehên aqarî û xizmetê gel dikin

kurdistani 07:38 PM - 2016-11-22
Berpirsê nûsîngeha Kaşanê Mihemed Babekir

Berpirsê nûsîngeha Kaşanê Mihemed Babekir

Mektebên kirê û kirîna zevî û xaniyan li Silêmaniyê di karê xwe de berdewam in.

Li gorî berpirsê mekteba Kaşan ya kirîn û firoştina zevî û xaniyan li Kurdsatê, ku rewşa aloz ya li Herêma Kurdistanê, bandora xwe li ser hemû aliyêîn jiyanê kiriye û li gorî wê jî, mektebên kirîn û firoştina xaniayn di karên xwe de berdewamin û xizmeta xelkên feqîr û hejar jî dikin.

Berpirsê nûsîngeha Kaşanê ya li Roj City yê li Kurdsatê Mihemed Babekir ji PUKmedia`yê re ragihand ku sereraya ew aloziyên aborî û jiyanî ku li herêma Kurdistanê serîhildaye, ew di kar û barên xwe yên xizmetguzariyê de, berdewam in.

Babekir aşkire kir ku ew bi awayekî zelal û pak û li gor yasayan, xanî û zevî dikirin û difiroşin û bi kirê jî didin xelkên kurd ên parçeyên dî Kurdistanê û rewşa wan jî li ber çavan digrin.

Her li gel Mihemed Babekir de, xizmekî wî bi navê Ebu Bekir Hisên heye û ew jî bi awayekî pir rêkûpêk xizmetê xelkên ku têne serdanba wan û bi şêwaza herî mirovperwer û mîvanperwerî, xizmetê pêşkêş bi xelkên ku serdana  nûsîngeha wan dikin ji bo kirê an jî kirîn û firotina zeviyan.

Hêjayî gotinê ye ku piştî aloziya aborî li Herêma Kurdistanê derket, rewşa gelek sazî û nûsîngeh û fabrîkeyan aloztir bû, lê hîn jî gelek hene li ber xwe didin û kar dikin tako xizmetekî baştir pêşkêşî xelkên pêdîvîdar bikin.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket