Tirkiyê ji Marihê ve Şêx Îsa topbaran dike

kurdistani 04:42 PM - 2016-10-22
Tirkiyê ji Marihê ve Şêx Îsa topbaran dike

Tirkiyê ji Marihê ve Şêx Îsa topbaran dike

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ji bajaroka Marihê bajaroka Şêx Îsa, topbaran dikin.

Jêdereke agahdar li navçeya Şahbayê ragihand ku îro piştî nîvro li navçeya Marihê artêşa Tirkiyê, bi tankên xwe kete nava bajêr û êdî ligel çeteyên xwe, dest bi topbarankirina bajaroka Şêx Îsa kirî.

Wê jêderê aşkire kir ku bajaroka Şêx Îsa û gundê Herbilê bi awayekî pir dijwar ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên topbarankirin û xelkên sivîl jî neçarî koçberkirinê dibin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket