YNK Teqîna Qamişlo bi tundî şermezar dike.

kurdistani 01:47 PM - 2016-07-27
YNK Teqîna Qamişlo bi tundî şermezar dike.

YNK Teqîna Qamişlo bi tundî şermezar dike.

Yekîtî Niştimanî Kurdistan bi tundî teqîna terorîstî ya îro 27-7-2016 ku di riya xwekujekî de li Qamişlo hat encamdan û bû sedema şehîd û birîndar kirina hejmarek ji welatiyan şermezar dikin û hevxemiya xwe ji wan re nîşan didin û hêviya zûbaşiyê ji birîndaran re dikin.

Terorîst li Rojavayê Kurdistanê di cengê de rastî îradeya şervanan û hêzên azadî xwaz hatine ku rizgar kirina Minbic şikestineke mezin bû ji rêxistina terorîst ya DAÎŞ û serkeftinek mezin bû ya Kurdan li Sûriya.

Belê terorîst baş zanibin ku îradeya bihêz ya gelî Kurd û hêzên demoqrasî xwaz bi kiryarên wan aloz nabe lêbelê tekoşîna wan jibo jinavbirina terorîstan xurtir dibe.

Ragihandina Mekteba Siyasî

Yekîtî Niştimanî Kurdistan

27-7-2016

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket