Aldar Xelîl: Kûrbûna aloziya Sûriyeyê encama şaşetiyên Cinêvê ne

kurdistani 10:52 AM - 2016-05-03
Aldar Xelîl: Kûrbûna aloziya Sûriyeyê encama şaşetiyên Cinêvê ne

Aldar Xelîl: Kûrbûna aloziya Sûriyeyê encama şaşetiyên Cinêvê ne

 Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl diyar kir bûyerên dawî yên li Sûriyeyê encama şaştiyên danûstandinên Cinêvê ne û got ku nebeşdarkirina kurdan a hevdîtinan yek ji van şaştiyên girîng e.

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk  (TEV-DEM) Aldar Xelîl, geşedanên li Suriyeyê, hewldanên li ser navê çareseriya pirsgirêkan tên kirin û rewşa dawî ji ANHA’yê re nirxand.

Di destpêka axaftina xwe de Aldar Xelîl hevdîtinên Cinêv-3 nirxandin û diyar kir ku rêbaza destpêkirina hevdîtinan şaş bû. Aldar Xelal anî ziman ku dema li ser çawaniya lêgerîna çareseriya aloziya Sûriyeyê hat axaftin, ev mijar bi erênî hatibû nirxandin, lê rêbaza destpêkirin hevdîtinan şaş bû û wiha dom kir: “Ji vê zêdetir helwestên ku ti hêviyê nadin çareseriyê hene. Ji van helwestan nebeşdarkirina nûnerên kurdan û rêveberiya xweser di Cinêvê de bû.Nebeşdarbûna kurdan şaşetiyeke mezin bû. Opozîsyon li dijî rêjîmeke ku aliyê li hemberî xwe nas nake, bawriyê bi gel nayîne, gelên din nas nake û bi awayekî giştî civaka Sûriyeyê înkar dike, derket. Lewma yên ku divê bi rêjîmê re hevdîtinan bike, pêwîste ji wê pêşketîtir  be, demokratîk be û xwedî nêrîneke pêşketî be.Lê belê nêzikatiyên ku ji Cinêvê derketin, diyarbû ku ew dixwazin kopyeke rêjîmê,  rêjîmeke weke ya Baas ava bikin. Her wiha desthilatdariyê bi dest xwe bixin.Me berê jî gotibû û niha eşkere bû, şerê wan şerê desthilatdariyê ye.”

Xelîl da zanîn ku ger ev mijar di Cinêvê de di ber çavan re neyên derbaskirin, ew nagihêje çareseriyê û axaftina xwe wiha domand: “Ger ku çareseriyê dixwazin, pêwîste ev şaşetî bên sererastkirin. Nêzîkahiyek berevajî  vê yekê, wê aloziyê kurtir bike û civaka Sûriyeyê bê perçekirin. Vê yekê jî îsbat kir ku riyên çareseriyê xetimandin. Li dewsa agirbestê rêjîmê bar li opozisyonê giran kir û êrîşên xwe zêde kirin.Ji ber ku yên li ser maseya danûstandinan rûdinin, temsîla gelê Sûriyê nakin û ne xwediyên hêza ku daxwazên xwe li ser rêjîmê ferz bikin.Mînak; Nûnerên gel ên li herêmên Rêveberiya Xweser ev rêveberî ye. Lê çima gel temsîl dikin û nûnerên herêmên Rêveberiya Xweser di cinêvê de amade nabin?”

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ger ku lêgerîna li çareseriyê heye, pêwîste hemû alî beşdarî danûstandinan bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger hemû alî beşdarî diyelogan bibin, rêjîm neçar dibe mercên aliyê din bipejirîne. Ji aliyekî ve em dibînin ku bûyerên ku li Helebê rû didin û topbaran kirina nexweşxaneyan, diyar dibe rêjîm ji wan re dibêje hûn ne tiştek in. Ji aliyekî din ve jî em dibînin ku ew li ser tiştekî li hev dikin, ew jî dijminatiya kurdan û hebûna tecrûbeya wê ya demokratîk e. Hişmendiya wan a navendî bi raman û rêxistina ku xwedispêre aliyên ku di bin navê Îslamê de tevdigerin. Em jî rêbaza zanistê qebûl dikin. Fikra me ya demokratîk îradeya civakê ava dike, em sîstemeke ku mozayîka civakî li Sûriyeyê xurt dike û gel dike yek pêşkêş dikin.Ji ber wê yekê herdu aliyan li ser mijara dijminatiya kurdan li hev kirin.”

Aldar Xelîl destnîşan kir ku sedema xitmandina  asoya çareseriyê li Cinêvê yekbûna helwesta rêjîmê bi helwesta şandeya opozisyona Riyadê li dijî kurdan e û wiha pêdeçû:“ Bûyerên li Qamişlo rû dan, êrîşên ku li ser Kantona Efrînê, herêmên El-Şehba û taxa Şêxmeqsûdê pêk tên, îsbata vê yekê ye.Ya zêde zelal gefxwarina Tirkiyeyê ye.Tirkiye dibêje ew ê Helebê rizgar bikin. Dixwaze riyekê ji xwe re bibîne, ji bo ku zindî destwerdana Sûriyeyê bike.Ev helwesta Tirkiyeyê piştî peymana di navbera rêjîm û şandeya opozisyonê Riyadê de pêk hat.Di encamê de sedema dîtir têkçûna çeteyên DAIŞ`ê,Cebhit El-Nusra  û nikarîbûna wan a pêk anîna pilanên Tirkiyeyê  bû.Her wiha têkçûna komên çete yên ku di êrîşên destpêkê de bi ser Efrînê de şandin bû.Tirkiyeyê dît ku hemû aliyê ku piştgirtiya wê dike,bi bin ketin, lewra ev biryar girt  û ev yek pilana Tirkiyeyê eşkere dike.“

Xelîl bibîr xist ku Tirkiye ji destpêkê ve li hember tecrûbeya Rojava derdikeve û ev tişt bi lêv kir: “ Ji destpêkê ve Tirkiye her dem bi riya ava kirina şaneyên razayî , komên çete, rêxistin kirina hin partiyan li dijî rêveberiya Rojava, tehşîr kirina saziyên heyî, piştgirtdayîna çeteyên DAIŞ`ê û Cebihit El-Nusra hewl dida tecrûbeya Rojava têk bibe.Ev hemû hewildan bi binketin.Tirkiye hewil dide rêveberiya Rojava  derb bike û gihişte qonaxa dawiyê.Ji ber wê dibîne ku pirsgirêk ji bo wê pirsgirêka  hebûn û nebûnê  ye. Lewra hewl dide bi hemû rêbazan destwerdanê bike.Destgirtina Helebê hincet e. Dibe ku sibe hinceteke din jî dibîne.Ew hewil dide ku Efrîn di dorpêçê de bimîne û Kobanê û Efrînê negihêjin hevdu.“

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl destnîşan kir gengaze ku di danûstandinên Cinêvê de rêjîm û opozisyona Riyadê li ser parvekirina desthilatdariyê li hev bikin,  ji ber ku armanca hevbeş a ji bo herdu aliyan  derket holê  kurd, rêveberiya xweser û pirojeya fedralîzma demokratîk a Rojava –Bakurê Sûriye bûn..

Derbarê ihtîmala dirêj kirina hêzên navnetewî peyda kirina çareseriyê ji bo aloziya Sûriyeyê heta piştî hilbijartinên serokatiya Amerîkiyayê Aldar Xelîl ev tişt anîn ziman: “ Dibe ku hilbijartinên serokatiya Amarîkiyayê bandora wê li ser pêvajoyê hebe. Ji ber ku Amerîkiya dema ku nêzî hilbijartinan dibe, pilanên xwe radiwestîne û hêdî gavan davêje. Ev yek jî ji bo siyaseta wê tiştekî xwezayî ye.Ger ku bandoreke wê tune be, Cinêv nagihêje ti encamê . Her wiha hêzên opozisyona Riyadê ya leşkerî bi serneket û dorpêça wan a li ser Rojava bi bin ket.“

Xelîl diyar kir ger ku Amerîka û Rûsiya di peyda kirina çareseriyê ji aloziya Sûriyeyê re cedî ne, pêwîste nêzikatiyê xwe ji Cinêvê re sererast bikin, weke beşdarbûna me di danûstandinan de û got: “ Ger ku li gorî rastiya hêz û hebûna me edalet û beşdar bûna me hebe,em ê beşdar bibin. Ji ber ku em ji bo çareseriya aloziya Sûriyê digerin.“

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir:“ Em baş dizanin an zû yan dereng wê danûstandinek hebe. Ger ku li ser peymana navnetewî çareseriyek pêk hat û em beşdar bûn, ew yek wê baş be. Heta ku israr kirin ku em beşar nebin jî wê demê wke hêza demokratîk dibe erka me ku em asoyekî nû ji çareseriyê re vekin.“

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket