Li Sûrê dengê teqînên dijwar hat bihîstin.

kurdistani 02:35 PM - 2016-03-04
Li Sûrê dengê teqînên dijwar hat bihîstin.

Li Sûrê dengê teqînên dijwar hat bihîstin.

Li navçeya Sûrê li gel domandina dorpêçkirina 94 rojan, ji navçeyê bi awayekî dijwar dengê teqînan hêl dibe.

Dorpêçkirin û êrîşên li hemberî navçeya Sûrê di roja 94’emîn de ye. Hîn jî li hemberî taxên ku sivîl lê mahsûr mane bi taybetî ji duh ve êrîşên dijwar pêk tên û ji navçeyê dengê teqînên dijwar ji asîmanên wê dûxanên reş her hêl dibin.

Êrîşên li hemberî taxan ên di saetên şevê de ku hinekî kêm bûbûn, ji danê sibehê ve ye dubare dijwar bûn.

Li navçeya di bin êrîş û dorpêçkirinan de ye şeva çûyî di nav de Elîf Sû ya 4 mehî û diya wê Seda Sû jî tê de 11 kes xwe gihandibûn cihê ku ambûlans lê ye. Ji 11 kesan ên birîndar bo tedawiyê şandibûn nexwşxaneyê, lê Elîf Sû û diya wê û yên bi wan re şandin muduriyeta polîsan.

Li gel hewldanên hin parêzeran jî, dîsa bi sivîlên binçavkirî re hevdîtin pêk nehat.

Duh jî li gor agahiyên Parlementera HDP’ê Nûrsel Aydogan, di naa rojê de 32 sivîl ji navçeyê xwe gihandine ambûlansê. Yek ji wan kesan yê ku navê wî nehat zanîn bi gulebarana hêzên dewletê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku ew kesê jiyana xwe ji dest da û nasnameya wî nehat zanîn rakirine morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Bo cenazeyê ku li morgê tê rawestandin, hat diyarkirin ku ji aliyên xizmên wî ve hîn tu serîlêdan nehatine kirin.

Sivîlên ku hatin binçavkirin jî bo lêpirsînê şandin Muduriyeta Polîsan.

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket