Li Hesekê YPG pêşve diçe, DAIŞ jî li riya revê digere

kurdistani 05:51 PM - 2015-07-16
Li Hesekê YPG pêşve diçe, DAIŞ jî li riya revê digere

Li Hesekê YPG pêşve diçe, DAIŞ jî li riya revê digere

Naveda ragihandina YPG`ê di daxuyaniyekê de diyar kir ku li hember çeteyên hewldidin navenda Hasekê dagirbikin hêzên wan operasyonên  dabûn destpêkirin, berdewam dikin.

YPG `ê di daxuyaniyê de xuya kir ku operasyonên wan yên li başûrê Hasekê destpêkiribûn, duh di demjimerên roj û şevê bênavber berdewamkir. Di van operasyonan de YPG da zanîn ku yekîneyên wan  derbeyên giran li çeteyan xistin. Her wiha ragihand ku şervanan şeva berê qada ku ji çiyayê Kezwanan heta çemê Xaburê dirêj dibe azadkiribûn û rêyên ji Şeddat û Reqqa dihat Hasekê xistibûn bin serweriye xwe de.

YPG destnîşan kir ku şervanan riya dawî ya ku tê Hasekê, riya Dêr'a Zorê envcam girtin, û di operasyona  li wir de pevçunên zehf dijwar rû dane. Hêzên YPG li gorî daxuyaniyê  destpêke gundê Hileliyê ku dikeve navbera navenda bajarê Hasekê û navenda elektrîkê de azadkirin, piştre herêma goristanê li başûrê navenda elektrîkê  ji çeteyan hatiye paqijkirin. YPG`ê diyar kir ku piştî wan ew herêm control kirin taxên Neşwê, Xwêran û herêma Panorama ye başûrê Hasekê dorpêş kirin.

Derbarê îro jî 16/7/2015, YPGê da zanîn ku îro beriya nîvro Girtîgeha Zarokan a ku di destê çeteyan de bû hate azadkirin, û got ku di şerê 24 demjimêrên dawî de 2 panzer û tangekî çeteyan hatiye ruxandin û  li van qadan 29 endamên çeteyan hatine kuştin û gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin, her wiha ragihand ku şervanekî wan jî şehîd ketiye.

Derbarê rewşa başûrê Kobanê jî YPG`ê diyar kir ku şevê din hêzên wan li rojhilatê bajaroka Eyn Îsayê operasyonek nû lidarxistin, di encamê de 6 noqteyên din a ku di destê çeteyan de jî bû rizgarkirin, li wir jî gelek çete hatin kuştin û çek û cebilxane  hatin desteserkirin, YPG`ê got ku çeteyan careke din xwe dan hemberî hêzên wan, lê piştî pevçûnên dijwar ew çete neçarî revê bûn.

YPG wiha pêde çû û got ku ku li başûrê Kobanê di navbera hêzên wan û DAIŞ`ê de pevşûnên nû rû dan û çeteyan bi hawenan êriş birin ser gundê Maxaretên a li rojhilatê bajaroka Sirîn, û çeteyan bi awayekî hemwext jî êrîşî girê Maxaretên kirin. Çeteyên ku êrîşî gir kirin bi temamî hatin îmhakirin.

Li başûrrojhilatê Kobanê, li derdora gundên Qereqozax û Sîna YPG`ê got ku şervanan tevgerê çeteyan rawestandin û li wê herêmê operasyonek lidarxistin. Piştî destwerdana şervanan çete neçar man ji qadê birevin.

Li nizikî gundê Huweyş a bakurê Hol'ê ya Cizîrê YPG`ê eşkere kir ku çeteyan hewldan êrîşekê lidarbixin, lê hêzên wan mûdexale kirin û li wir pevçunek dem kurt derket, Piştî pevçunê çete neçar man ji qadê birevin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket