Parêzerên Rojhilata Kurdistanê piştevaniya HDP dikin

kurdistani 12:14 PM - 2015-06-03
Komek parêzerên Rojhilata Kurdistanê piştevaniya HDP dikin

Komek parêzerên Rojhilata Kurdistanê piştevaniya HDP dikin

Komek parêzerên Kurd ên Rojhilata Kurdistanê li Êranê bi beyannameke fermî de ragihandine ku ew piştgîriya xwe bo Partiya Demokrata Gelan HDP di hilbijartinên Tirkiyê de dikin.

Eve naveroka peyanameyê ye:

Danezana alîgirîya komkîya parêzerên kurdên Rojhelatê Kurdistanê (Îran)

Ji partiyên demokratîk ên xelkênTirkiyê li hilbijartina 7 ê Hizîranê(June)

Anegorî rewşa cîhanêya aniha, bi taybet a Rojhilata Navîn ku li rewşên qirîzîyên niha da cûreyeke nûjen ji hovitî û terorîzma navneteweyî (Daêş) bi talî di ceribîne û jibo hemûyan terorîstên rastî û alîgirên wan û metirsîya ramanên wan ên jehrîn eşkere bûye, welatê pirr neteweyîyê Tirkîye da hilbijartina girîng û sernivîsçêkera parlementoyê heye ku li ve rewşê da rola têkoşerî û bibandor a partî, gurûp û tevgerên ramyarî yên kurd bişêwazeyên rewa û demokratîk jibo hildana balansa desthilatê, rexne kirina rêveberîya serdest, îslahkirina rêça zilmdar û jiholêrakirina cihêtiyan, damezirandin û standina mafên gelên zêde jimar û bitaybet gelê kurd, arîkarî bi çareserkirina pirsgirêka dîrokî ya gelê kurd û pêşî girtin ji zilmdariya navxweyî herî pêwîst e. li civaka îroyîn a Tirkîyê da ku bi raborandin ji pêvajoya tawanbar karî ji layê tevgerên regezperestane bi partiyên kurdî, huzûra çalak a partiyên kurdî li enîya têkoşînên medenî, ramyarî û rolafirînîya wan jibo pêşîgirtin ji nû Osmanîgerî û ramanên mitîngerî yên hakimîyeta serdest, pêşvebirina dîplomasiya aşitîyê, naskirina pênaseyên zêde jimar, zemaneta demokrasîyê û danîna pergalekê li ser bingeha rawêjên nûjen ku li nav da mafên bingehîn û medenîyên gelê kurd û gelên din ên vî welatî bi zemaneta piratîkên huqûqî û zagonî zemanet bibe, karekî herî girîng e û pirrengtir ji rabirdûyêxûya dike… pêşvebirina poroseyek wiha û têkoşînî ku peyama hevpar a hemû kurdan bidesthilata serdest a Tirkîyê ye, hewcedarî alîgirîya hemû mirov û gelê cîhanê ye.

Ji wê hêlê ku Partîya Demokratîk a Xelkan(HDP) û têkoşer û xebatkarên vê partîyê li enîya azadî û wekhevî û biratîyê da te kbangeşekerê micid ê mafên wekhevîyê ji bo gişt pênaseyên zêdejimarên Tirkîyê bûne û li poroseya medenîkirin û ramyarîkirina têkoşînên rewayên gelê şerafetmend ê kurd li Tirkîyê da roleka bingehîn hebûne, gurûpek ji parêzerên kurd ji Rojhilatê Kurdistanê li rastameraqdarîya civakaTirkîyê di gihîştina bi doza bilind a mirovî ku heman azadî, aşitî, wekhevî û demokrasî ye û li rast astandina mafên rewa û bin pê bûyîyê gelê kurdan, alîgirîya xwe ji HDP û xebatên mirov hezyarî, aştîxwazî û demokrasî xwazîyên wan îlan dikin û herwiha ku em hêvîya serkevtin û serfirazîyê bo wan dikinemjihemûgelên Kurd û TirkênTirkîyêdaxwazdikinjibohildanaarmanc û ramanên bilind ên mirovî ku jor hatin navbirin û gihîştina bi aşitîya domdar û çêkirina civakeke demokratîk bi Partîya Demokratîk a Xelkan re di gihîştina bi vê armancê da arîkar û alîgir bibin.

Gurûpek ji parêzerên kurd ji Rojhilatê Kurdistanê,
Têhran 2015.6.1

Îmzeyên Parêzvanan:

1- huccet muradî
2- mesud şems nêjad
3- fermen ceferî
4- şurêş mezherî
5- cemşîd zemani
6- riza modîran
7- şehla behmenî
8- kêivan ezîzî
9- hamêd suhrabî
10- madede cemşîdî
11- anver saêdî
12- foad mutevesil
13- ebdolah cehanbîn
14- esfendiya rabnûs
15- ismaêîl salarî pour
16- muhemmed cefer êsaêd
17- sêdige hoccet penah
18- hûsêin ehmedî nîyaz
19- hebibe qadêr pour
20- sommeye hesenî
21- ferîba hesen zadêh
22- mûhemmed nebî soleyman nîjad
23-esger qasêmî
24- hemîd badile
25- amira hmedî
26-şehram kemanger
27- ferhad mohemmedî
28-sadêq saêdmûçşî
29- maziyar tataêy
30- seid moste farezevî
31- muhemmed salêhî nîkbext
32- seid mûrad mûsevî
33- bêhroz kîya
34- şaho ceeferî
35- kawe esedî
36- golale veten dûst
37-êqbal mêhdizade
38- sîros pay fişordê
39-asiye arîanfer
40-davûd velipour
41-heider mensûrî
42-kawe nêyistanî
43-ehmed seêidşêîxî
44-azadeh ehmedî
45-alî sakênî
46- osmanmuzeyyen

PUKmedia/Taybet - Tehran

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket