Jiyana Serok Mam Celal di TRT Kurdî de bû belgefilim
kurdistani 08:52 AM - 2015-05-31Jiyana Serok Mam Celal di TRT Kurdî de bû belgefilim
Jiyana Mam Celal Talebanî ya 80 salî ya di rêya Kurdewarî de, ji çekdariya li serê çiyayê Qandilê heta Serokomariya li Baxdayê kanala TRT Kurdî di bernameya Şopger de wek belgefilm belav kir.
Kanala TRT Kurdî jiyana serok Mam Celal weha pênase kir: Talebanî, di dîroka Rojhilata Navin û Kurdan de wek siyasetmedarek giring di dîrokê de cihê xwe girt. Di dîroka Iraqê de cara yekem wek serokomar hate hilbijartin û serokomariya wî ji bo Rojhilatanavîn bi taybetî jî, ji bo Kurdan gelek girîng bû. Di dema Serokomariya xwe de, digel Amerika, İran, Welatên Ewrupa û Turkiyeyê pêwendiyê baş pêk anî. Pirsgirêka esîran yê bi Iranê re, pirsgirêka hûdudê Irak û Kuweytê di dema serokomariya wî de hatin çareserkirin.
Di piraniyên pêvajoyên muzakere û aşitîyên di derbarê kurdan de, an wek navcîtî an jî wek berpirsiyar cih girt. Yek ji wan navcîtî jî di sala 1993’an de, di dema ku PKK agirbest îlan kir de pêk hat. Li ser daxawza Serokomarê wê demê Turgut Özal, ev hevdîtin û muzakere pêk hatibû. Paşperdeyên wê muzakereyê û pêwajoya serokomariya wî bi şiklek berfireh wê di belgefilmê de cih bigre.
Çêker û Pêşkeşvanê bernameya Şopgerê Fetullah Kaya destnîşan kir ku, di çarçoveya amedehiya belgefimê de, xebatên berfireh pêk anîne û got; “Em çûn gundê Kêlkan ku ji dayik bûye, ji xerebayê mala wî, heta Dibistana Serata ya Ula ya li Koyê be lêkolîn kir. Me fotograf û belgeyên wî yê didibistanê de bidest xist. Me bi Kekê wî Şêx Cengî, Pismamê wî Şex Saleh, bi hevalên wîyê, zaroktî, siyasî û hevalên wiyê çekdarî re roportaj kir û belgefilmek hêja amede kir.
Fetullah Kaya anî ziman ku, em di jiyana Mam Celal Talebanî de, tevgera siyasî ya kurd dibînin. Em di jiyana Mam Celal de, tekoşîna siyasî û çekdariya kurdan, têkçûn û desthilatdariya kurdan dibînin. Jiyana Mam Celal û tevgera siyasî ya kurd hevrast e.
Mam Celal Talebanî, li navçeya Koyê ya Hewlêrê di 13 Saliya Xwe de bi siyasetê re eleqedar bûye. Li Baxdayê beşa Hiqûq wek yekemîn xelas kir û di nav siyasetê de, bi şiklek çalek rol girt. Di dema perwerdehiya zaningehê de, Yekîtaya Xwendekarên Kurdistanê ku bi PDKê ve girêdayî bûn damezirand û serokatiya wê kir.
Di demek zor û dijwar de, ku li Rojhilata navîn şer û pevçûn didomiyan û li Irakê şerê mezheb û etnîk berdewam dikirin de roja 7 Nîsana 2005’an dest bi serokomarî kir. Heta roja 24 Tirmeha 2014’an nezîkê 9 sal li Irakê serokomarî kir.
PUKmedia/TRT Kurdî
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26