Bo piştevaniya HDP`ê şandeka parlemanterên YNK diçin Bakûr
kurdistani 01:18 PM - 2015-05-21Bo piştevaniya HDP`ê şandeka parlemanterên YNK diçin Bakûr
Biryare heftiya bê şandeke fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK`ê li parlemana Kurdistanê û parlemana Êraqê ji bo piştevanî û piştgîrî û serxistina HDP di hilbijartinên parlemanî yên Tirkiyê de serdana wî welatî dikin.
Seroka fraksyona YNK li parlemana Kurdistanê Bêgerd Dilşad ji PUKmedia`yê re ragihand: Weku hestkirin bi berpirsyartiya netewî û nişrimanî û bi mebesta beşdarîkirina di helmeta serxistina Partiya HDP`ê di hilbijartinên parlemanî yên Tirkiyê de heftiya bê şandeka parlemanterên YNK li parlemana Kurdistanê û Êraqê serdana Bakûrê Kurdistanê dikin.
Got jî: Peyama Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştevanî û serxistina peyama HDP`ê ye ku ji bo bercestekirina aştî û azadî û pêkvejiyana gelên Tirkiyê hilgirtiyê ye, bi hêviya ew piştevaniya me bibe egera serxistina gelê Kurd li bakûrê Kurdisstanê.
Seroka fraksyona YNK li parlemanbê amaje bi wê yekê jî kir û got: Ev qonaxa han wwe dixwaze ku Kurd li her çar pareyên Kurdistanê pêwîsît bi hev bûye û piştgîriya hevdu bikin di heman demê de serdana şanda Yekîtî dijyetiya hîç partiyekî li Tirkiyê nîne belku weku erkekî netewayetî, niştimaniye ku en palpiştiyê li HDP`ê dikin.
Der barê bernameya karê şandê jî Bêgerd Dilşad ragihand: Şanda me li gel serkirdayetiya kempîna HDP hemahengî dike daku di bangeşekirina kurd li bakûrê Kurdistanê de ji bo serxistina HDP`ê de beşdar bikin.
Bêgerd Dilşad umêda xwe bo serxistina hilbijartinan û bicîanîna xwestekaa hemû gelên tirkiyê û Kurd bi taybetî weku duyem netew li wî welatî ku di dema borî de xebatekî zor ji bo mafên xwe yên rewa kiriye xwest.
Li dawiya axaftina xwe de seroka fraksyona YNK daxwaz kir ku aliyên siyasî û kanalên ragihandinê jî di çarçoveya palpiştîkirina Kurd li bakûr gotarên xwe bikin yek û ew çend rojên li pêşiya me mane em bikin kernevala serkeftinê.
PUKmedia/Hozan Fatih
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26