Parlemanê endamên lijneya amadekirina desturê pesend kir

kurdistani 02:12 PM - 2015-05-20
Parlemanê endamên lijneya amadekirina desturê pesend kir

Parlemanê endamên lijneya amadekirina desturê pesend kir

Parlemana Kurdistanê  îro 20/5/2015 civiyan û têde endamên lijneya amadekirina projeya destura herêmê ku ji 21 kesan pêk tê pesend kirin.

Di vê derbarê de seroka fraksyona kesk li parlemana Kurdistanê Bêgerd Talebanî ji PUKmedia`yê re ragihand: Piştî ku îro parlemana Kurdistanê di civîna xwe ya asayî ya xwe de deng li ser lijneya 21 kesî ya pêdaçûna destura herêma Kurdistanê da, têde ji bilî yek dengê dij bi 71 dengan ew lijne hate pesend kirinê.

Seroka fraksyona kesk li parlemana kurdistanê ragihand jî: Ew lijneya 21 kesî tenê deng li ser yek endam nehate dan ew jî kandîdê 4 hizbên ku ji Partiya komonîst û Tevgera Îslamî, Hizba Sosyalîst û Arasteya Sêyem pêktê bûye bi egera wê yekê ku wan partiyan kandîdê xwe diyar nekiribûne.

PUKmedia/Diyar Star

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket