Amed,1. Pêşangeha Pirtûkan pêşkêşî Kobanê û Şengalê dike

kurdistani 10:09 AM - 2015-05-07
Amed,1emîn pêşangeha pirtûkan pêşkêşî Kobanê û Şengalê dike

Amed,1emîn pêşangeha pirtûkan pêşkêşî Kobanê û Şengalê dike

Şaredariya bajarê merzin a Amedê, amadekariyên 1emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bi dawî anîn.

Pêşangeh di navbera 12-17ê gulanê de li Jîngeha Sumerparkê tê lidarxistin û 70 weşanxane tê de beşdar dibin. Di çarçoveya pêşangehê de; gotûbêj, panel, semîner, livbaziyên zarokan û konser bi tevayî 80 çalakî têne pêkanîn. 

Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli, bi daxuyaniyekê bernameya pêşangehê ji raya giştî re ragihand. Endamên Komîteya Pêşangehê jî di kombûnê de amade bûn û hate destnîşankirin ku pêşangeh pêşkêşî Kobanî û Şengalê hatiye kirin û hate gotin pêşangeh bi şîara “Li warê şaristaniyê, di bin ronahiya pirtûkan de”  tê lidarxistin.

PUKmedia/Malpera Ş. Amedê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket