Platformek ji jinên her çar parçeyên Kurdistanê hat ragihadin
kurdistani 07:17 PM - 2015-02-18Hevseroka KCD li gel hejmarek nûnerên partiyên bakûr serdana parlemana Kurdistanê kirin.
Hevseroka Kongireya Civaka Demokratîk KCD`ê Selma Irmak ragihand ku, wan bi mebesta agahdarbûn û hevkarîkirina di navbera wan de li ser pirsa Şengalê û keç û jinên Êzîdî ên hatine revandinê platformek ji jinên her çar parçeyan pêk aniye û serdana parlemana Kurdistanê kirine.
Di kongireyekî rojnamevanî de jî seroka parastina mafê jinan ragihand: Çendîn jinên Êzîdî ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hatin kole kirinê.
Hevseroka KCD jî ragihand: Me platformek ji jinên her çar parçeyan Kurdistanê pêk aniye.
Seroka parastina mafê jinan Îvar Îbrahîm ragihand: Mebesta wê serdanê sebaret bi pirsa dopsya jinên Şengalê ye mixabin hejmarek zor ji keç û jinên Şengalê ji aliyê grupa terorîstî DAIŞ ve hatine revandinê û hatine kole kirin û emê di wê derbarê de civînên berfereh encam bidin.
Ji aliyê xwe ve jî Hevseroka KCD Selma Irmak ragihand: Birîna me jinan birînek kûre û em dixwazin bi rêya kar û xebata hevbeş li gel zilaman wê birînê derman bikin. Jinên her çar parçeyên Kurdistanê destê xwe bixin destê hev ji bo rizgarkirina jinên Kurd bi taybetî jî ewên li jêr destê DAIŞ de ne. her weha dengên wan bighînin hemû dunyayê , her ji bo wê jî îro em li başûrê Kurdistanê û em hatine parlemanê. Her ji bo wê mebewstê jî me platformek ku ji jinên her çar parşeyên Kurdistanê pêk hatiye ragihandiye û em kar li ser dikin.
Irmak got: Emê serdana Şengalê û penaberan bikin û ji nêzîk ve çavê me wê li jin û keçên li jêr destê DAIŞ hatine rizgar kirin dê bikeve.
Îro 18/2/2015 bi serokayetiya seroka lijneya parastina mafê jinan û bi amadebûna hejmarek li endamên lijne û rawêjkarên lijneyê li hola parlemanê pêşwazî li hevseroka KCD Selma Irmak û endama berê ya parlemana Ewrupa Feleknas Uce, Fatme Gul, Sabiye Turak, Şûkran Dukma û Şîlan Emîn hate kirin û piştre jî civînek saz kirin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26