Ocalan, şanda HDP`ê û desthilatdariyê wê li ser yek masê bin

kurdistani 05:15 PM - 2015-01-20
Ocalan, şanda HDP`ê û desthilatdariyê  wê li ser ye masê bin

Ocalan, şanda HDP`ê û desthilatdariyê wê li ser ye masê bin

Partiya Dad û Geşepêdanê AKP`ê pêngavên prosa aştiya navxweyî ya di gel Kurd û rêberê PKK`ê ji ragihandin dûr birêve dibe.

Rojnameya Aydinlik a çepger li Tirkiyê di gotarek xwe de ku roja duşemê de hate balav kirin,  da xuya kirin ku li gorî agahiyên bi dest wê ketine, wê di hevfteya bê de şanda Partiya Demokrasiya Gelan HDP`ê bi tev şandeke Dewletê ku ji MÎT û rawêjkariya giştî ya sîstemê weku nûnerê AKP`ê pêk tê serdana rêberê PKK`ê Abdulah Ocalan bikin û pêngavên derbarê prosa aştiyê de bêne avêtin ligel hev li ser yek masê gotebêj bikin.

Rojnameyê her wiha diyar kir ku hêdî hêdî navê kesên ku wê beşdarî komîta şopandinê ya hatî pêşniyar kirin bibin di hefteya pêş de eşkere dibe, bi teybet piştî tirafîka danûstandinê li ser xêza Îmralî-Qendîl û Enqerê zêde bû, her wiha da xuya kirin ku  ev ji mahekê ve ye xebatên diyarkirina navên ku dê beşdarî vê komîtê bibin berdewan dike.

Li gorî zanyariyên rojnameyê bidest xistine, wê hikûmeta AKP`ê piştî  ku hevdîtina duyem a komîteya şopandinê di dawiya vê mehê de ligel Ocalan lidarxîne , pakêteke nû ya demokrasiyê  amade bike û bide ber Parlemanê ji bo pesend bike, her wiha bal kişand ser bi wê yekê ku divê ev pêngav beriya hilbijartinan bêne avêtin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket