Kobanê şer û pevçûnên dijwar birêve diçin û DAIŞ rastî ziyaneke mezin hat

kurdistani 07:43 PM - 2015-01-06
Kobanê şer û pevçûnên dijwar birêve diçin

Kobanê şer û pevçûnên dijwar birêve diçin

Navenda ragihanda Yekîneyên Parastina Gel  YPG`ê îro sêşemê 6 / 1/ 2015`e ragihand ku li bajarê Kobanê û bi teybet li eniya rojhilat şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên YPG`ê û çekdarên DAIŞ de birêve çûn, di encamê de 2 tankên çeteyan hatine rûxandin.

Navenda YPG`ê bi beyannameyekê ku wêneyek jê hate ber destê PUKmedia ragihand: Hêzên çete bi çekên giran û tankan êriş anîn ser bi eniya rojhilat a Kobanê, şer û pevçûnên dijwar li seranserî eniya ji Kaniya Kurdan ve ta aliyê rojhilat ji girê Miştenûr  birêve çûn. Her wiha da xuya kirin ku komên çete bajarê Kobanê bi mûşekên Girad û topên hawan topbaran kirin.

YPG`ê da xuya kirin ku di encama pevçûnan de gelek terorîstên DAIŞ hatine kuştin û hejmarek ji maşînên giran ên çete bi kar tînin hatine rûxandin.

PUKmedia / Teybet

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket