Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike

Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18
Civîna Encumena Serkirdeyetî PUKMEDIA

Civîna Encumena Serkirdeyetî

YNK Hilbijartin

Îro pênşemê 18.04.2024ê Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê civiya.

Di daxuyaniya civînê de wiha hat gotin:
Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serperiştiya Serok Bafil Celal Talebanî civiya û di civînê de bidawîbûna amadekariyên Yekîtiya Niştimanî bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja 10/6/2024ê de piştrast kir.

Di destpêka civîna han de ku îro 18.04.2024 li bajarê Silêmaniyê hate encamdan, Serok Bafil pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Kurdistan û Êraqê şîrove kir û balkişand li ser pêgeha pêşkeftina Yekîtiya Niştimanî li ser astê Kurdistan, Êraq û deverê ragehandin ku ev yek encama gotubêj û yekrêziya serkirdayetiya û duristiya siyasetên Yekîtiya Niştimanî ye ku bûye hêviyek ji bo gelê me.

Encumena Serkirdayetiyê gotûbêjeke berfereh derbarê amadekariyên ofîsa hilbijartinan û xebatên komîteyên pêwendîdar kir û herwiha nirxandina bername û gotara siyasî ya Yekîtiya Niştimanî di dema kampîna hilbijartinan li hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê kir.

Endamên encûmena serkirdayetiyê nêrîn û çavdêriyên xwe anîn ziman û di wê encamê de serkeftin û geşbûna ezmûna me ya niştimanî, parastin û bihêzkirina pêkhateya Herêma Kurdistanê û garantîkirina jiyan û debara hevwelatiyan bi tenê pêkan e tenê bi lidarxistina hilbijartinên dadmendî di roja diyarkirî de pêk tê, ku bibe sedema damezrandina parlamentoyek bihêz û hikûmetek bihêz û xizmetkar derfetek bo veguheztina demoqratî ya desthilatê û nûjenkirina proseya siyasî û bi vî awayî dabînkirina mafên me yên destûrî, yasayî û niştimanî di çarçoveya proseya siyasî ya Êraqê de bi yekrêzî.

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket