Li Rojavayê Kurdistanê 510 ciwan tevlî YPG᾿ê bûn

kurdistani 08:35 PM - 2013-07-21
Li Rojavayê Kurdistanê 510 ciwan tevlî YPG᾿ê bûn

Li Rojavayê Kurdistanê 510 ciwan tevlî YPG᾿ê bûn

Li gorî jêderên taybet yên PUKmedia`yê ku îro li Rojavayê Kurdistanê ji navçeyên cuda cuda nêzî 510 ciwanên Kurd tevlî rêzên YPG`ê dibin û berê xwe didin navçeya Tilebyedê taku berevaniya xelkê navçeyê li hemberî Dewleta Îslamî li Êraq û Şamê û Cebhet El-Nusreyê bikin.

Jêderên agahdar yên taybet ji PUKmedia`yê re ragihandin ku piştî ku komên çekdar yên ser bi Dewleta Îslamî ya Êraq û Şamê, şer li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê ragihandin, bi sedan ciwanên Kurd biryara tevlêbûna rêzên YPG`ê dan. Her weha li Qamîşloyê 100, li herêma Efrînê 200, navçeya Babê 25, Tileranê 10 û ji Kobaniyê 175 ciwan biryara xwe dan ji bo berevaniya Tilebyedê.

Jêder didin xuyankirin ku îro 510 ciwanên Kurd tevlî nava rêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê bûn û biryara parastina gelê Kurd bi xwîna xwe dan û heya serkeftinê venagerin cih û warên xwe.
Li gorî jêderên ji herêmên Rojavayê Kurdistanê ku gelê Kurd bi tevahî ketine rewşeke awerte û ciwanên wê jî hemû di amadebaşiyê de ne.
Her weha ew hejmara ku 510 ciwanên Kurd derbas dike, wê di demeke kurt de li cihê pêwîst bin û wê erkên xwe yên berevaniya neteweyî bi cî bînin.
 PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket