Îro roja girtina dîktetor Sedam Hisên e

kurdistani 10:28 AM - 2015-12-14
Îro roja girtina dîktetor Sedam Hisên e

Îro roja girtina dîktetor Sedam Hisên e

Îro 13-12-2015`an roja girtina dîktetorê mezin Sedam Hisên e ku ji aliyê Emerîka ve hatin girtin.

Di rojeke wek îro de, hêzên Emerîkayê dest bi operasyoneke berfereh kirin û di encamê de, dikarîn li bajarê Tekrîtî ku cihê jidayîkbûna Sedam Hisên e, wî dîktetorî di kona mişkan de bigrin û radestî zînad û dadweriya mezin ya Bexdadê bikin.

Sedam Hisên ji sala 1979`an ve wek serokê rêjîma Êraqê yê dîktetor re ku bi sedhezaran gelê kurd binax û anfal kir û her weha kîmya baran kir û li ber çavên hemû cîhanê, lê dema ku berjewendiyên cîhanê bi wî re neman înca dest bi jinabirina wî xwînmêjî kirin.

Ew ji roja rojê her neyarê kurd û Kurdistanê bû, her neyarê mirovan bû, ne kurd û ne jîê ereb ji destê wî rizgar nedibûn, ew xwînmêjekî dîroka nûh bû. Dema bidarvekirina wî, hemû ereb û mislimanên dinê li ser wî giriyan mixabin û mixabin.

Wek her kurdek jî dizane ku Sedamê xwînmêj, ji hemû kesên Êraq û kurd re lêborîna giştî derxist û ji bo serok Mam Celal got na, herkes erê lê got ji bo Talebanî lêborîn nîne û pêwîste ew bê bidarvekirin, lê dema biryara bidarvekirina wî derket, Serok Mam Celal serokkomarê Êraqê bû û ji wî mezintir derket û îmze nekir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket