Rojava; Şervanên YPG`ê DAIŞ şepirze kirin

kurdistani 03:57 PM - 2015-03-28
Rojava; Şervanên YPG`ê DAIŞ şepirze kirin

Rojava; Şervanên YPG`ê DAIŞ şepirze kirin

Di dirêjahiya operasyonên pakkirina Rojavayê Kurdistanê ji çeteyên DAIŞê de, DI Şeva borî 27-3-2015`an, hêzên YPG`ê û YPJ`ê dikarîn li herdu kantonên Kobanê û Cizîrê, çiqas çalakiyên bihêz li dijî DAIŞê encam bidin û derbeyên pir giran lê dan û di encamê de, bi dehan kes ji terorîstan hatin kuştin.

Di wê barê de, çalakvanê siyasî Arî Herkî ji PUKmedia`yê re ragihand ku di şeva borî de, çend çalakiyek ji aliyê sekvanên YPG-YPJ`ê ve, li başûrê kantona Kobanê pêk hatin û  di encamê de, 2 terorîst hatin kuştin.

Arî Herkî dazanîn ku li nêzîkî gundê Sebat ya başûrê kantona Kobanê ku 35 kîlo metir dûrî bajarê Kobanê ye, di çalakiyeke YPG-YPJ`ê de, 5 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û şer û pevçûn heya vê sibê jî berdewam bû.

Wî çalakvanî aşkire kir ku her di şevê borî de jî, li rojavayê bajaroka TilTemirê, li gundê Salmasa û Xêbsê yên ser bi kantona Cizîrê, heya îro sibê şer û pevçûn di navbera çervanên YPG-YPJ    `ê û çeteyên DAIŞê de bi dijwarî berdewam bû, di encamê de, 14 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Çalakvanê siyasî amaje bi wê yekê kir ku hêzên YPG-YPJ`ê li gundê Tiwînî ya başûrê TilTemirê, êrişî ser xalekî pişkinînê kirine û di encamê de, du laşên terorîstan ketine destê şervanan û hîn jî şer berdewam e.
Her weha li gundê Akbaşê jî, terorîstên DAIŞê, dest bi teqandina malê welatiyekî wî gundî kirine ku 40 kîlo metir dûrî Kobanê ye.

PUKmedia-Hozan Fatîh

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket