Hemo: Li Sûriyê YPG/YPJ tekane hêze ku şerê DAIŞ dike

kurdistani 05:22 PM - 2015-03-27
Hemo: Li Sûriyê YPG tekane hêze ku şerê DAIŞ dike

Hemo: Li Sûriyê YPG tekane hêze ku şerê DAIŞ dike

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ragihand ku hêzên YPG/YPJ di Sûriyeyê de bi tena xwe li dijî terorîstên DAIŞ’ê li ber xwe dide û şer dike.

Di hevpeyvînekê de li gel ajansa Hawarnewsê re Sîpan Hemo got:  Hêza tekane ku li dijî rêxistina terorîstî DAIŞ li ber xwe bide hêzên YPG’ê û YPJ’ ye û divê hêzên hevpeymaniya Navdewletî ji bo tunekirina DAIŞ’ê alîkariya hêzên YPG’ê bike.

Li ser pirsa ku Itîlafa opozîsyona Sûriyeyê di vê dema dawî de ragihandiye ku dê komîteyekê ji bo binpêkirinên YPG’ê ava bike. Sîpan Hemo got: Itîlafa opozîsyona Sûriyeyê hovîtiya terorîstên DAIŞ’ê li dijî welatiyên sivîl li Til Temirê, wêran kirina gundan, revandina jin û zarokan nabîne. Niha jî dibêje YPG’ê li Til Hemîs û Til Birakê binpêkirinan dike û çavên xwe ji sûc û hovîtiya DAIŞ’ê digire. Hewl didin hêzên YPG’ê reş bikin. Em wekî hêzên YPG’ê vê yekê wekî gaveke bê wate dibînin.

Fermandarê giştiyê YPG Sîpan Hemo got: Divê Itîlafa opozîsyona Sûriyeyê beriya her tiştî xwe ji zihniyeta DAIŞ’ê rizgar bike. Li gorî me ev biryara şîna wan li ser têkçûna DAIŞ’ê diyar dike.

Teqez li ser wê yekê jî kir, Sîpan Hemo got: Em wekî hêzên YPG’ê emê şerê xwe li dijî terorîstên DAIŞ’ê heta tunekirina wan û avakirina Sûriyeke demokratîk bidomînin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket