Saidî Pîre ligel serokê Partiya Serbixwey Kurdistanê civiya

kurdistani 07:17 PM - 2015-03-25
Saidî Pîre ligel serokê Partiya Serbixwey Kurdistanê civiya

Saidî Pîre ligel serokê Partiya Serbixwey Kurdistanê civiya

Îro 25 / 3 / 2015`e endamê polîtburoya YNK`ê  û berpirsê peywendiyên giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li baregeha polîtburoya  YNK`ê li Hewlêrê pêşwazî li serokê Partiya Serbixwey a Kurdistanê Emîr Qazî û sekreterê Partiya Rizgariya Kurdistanê Rêkar Ehemed kir.

Di hevdîtinê de aliyan tekez li ser yekrêziya di navbera rêxistin û partiyên Kurdistanê yên li her çar pereçyên Kurdistanê de kirin, bi teybet di rûbirûbûna li hember terorê û têkşikandina êrişên ser bi Kurdistanê de.

Ji aliyê xwe ve berpirsê mekteba peywendiyên giştî ya YNK`ê got; Pêwîste gelê Kurd û bi hevkariya hevpeymana navdewletî hemû hêza ji bo jinavbira terorîstên DAIŞ bikar bîne û çi ji aliyê serbazî, raman, siyas, darayî û diplomasî be şerê DAIŞ bike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket