UN: Penaberên Sûrî gihêşt 4 milyonan

kurdistani 12:53 PM - 2015-02-27
UN: Penaberên Sûrî gihêşt 4 milyonan

UN: Penaberên Sûrî gihêşt 4 milyonan

Komîserê Neteweyên Yekbuyî ragihand ku rewşa penaberên Sûrî qeyranek mezine û niha 3 milyon û 800 hezar penaberên sûrî li welatên cîranên Sûriyê nîştecîbûne.

Entonyo Gotîrs ragihand: Niha 3 milyon û 800 hezar welatiyên Sûrî penaberî welatên cîranên Sûriyê bûne û rewşa jiyana wan gelekî metirsîdare û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye û tê payîn ku heya dawiya sala 2015`an hejmara penaberên sûrî 4 milyon û 300 hezar kes derbas bike.

Hêjayî gotinê ye piştî ku di meha adara 2011`an ve şer li Sûriyê destpê kiriye û heya niha 3 milyon û 800 hezar welatiyên Sûrî malên xwe bi cî hêştine û berê xwe dane welatên cîranên Sûriyê.

PUKmedia/Ajansa Êrna

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket