Vejîna jiyanê li Orkêş –Til Mozan
kurdistani 04:29 PM - 2015-02-25Vejîna jiyanê li Orkêş –Til Mozan
Li bajarê Amûdê li navenda Newroz komeleya Subartu bi navnîşa (Vejîna jiyanê li Orkêş-Til Mozan ) di roja 24 Sibatê de pêşengehek bi wêne û belege saz kir.
Til Mozan ( Girê Moza) ya nêzî Amûdê ye û li ser riya di navbera Amûdê û Qamişlo de ye, nasnameya wê ji aliyê şandeke lêkolîner a şûnwaran a Emerkîve hate çespandin ku Orkêşa kevin a Huriyane, serpereştyarê şandê Corcyo Botişîlanî û Marlên Botişîlanî tekez kir ku Girê Moza yek ji kevintirîn dewletên Huriyan bûn li deşta Amûdê û di heman demê de parestgeha sereke ya Huriyan bû, navenda "Kumarbi" şahê xudayên Huriyan bû û ev yek di belgeyên cuda de hatî nivîsandin û gotin.
Her wiha ji ber rola mezin a her yek ji Corcyo Botişîlanî û Marlên Botişîlanî di vedîtina vê bajarî kevnar de û jinûve giyan pêve dan, ev pêşenger diyarî wan hate kirin, ji aliyê xwe ve Botişîlanî bo gotarekê spasî li komeleya Subartu û her kesê xwedî rol bû di serkeftina vê pêşengehê de kir.
Pêşengehê tabolyên bi zimanê Erebî û Kurdî yên dîroka Huriyan û çîroka wan vedibêjin nimayîş kirin û di rojên sêşemê û çarşemê de ji 1-10 sibê û êvarê 4-6 deriyê xwe ji mêvanan re vekir.
www.facebook.com/subartukomele
[email protected]
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25