Yek jê berpirsê rêgeha Kesk bi dehan çeteyên DAIŞ hatine kuştin

kurdistani 05:10 PM - 2015-01-31
Yek jê berpirsê rêgeha Kesk bi dehan çeteyên DAIŞ hatine kuştin

Yek jê berpirsê rêgeha Kesk bi dehan çeteyên DAIŞ hatine kuştin

Çavkaniyekê ji parêzgeha Nînewa da xuya kirin ku balafirên hêzên hevpeymanê êvara înê çendîn baregehên rêxistina terorê DAIŞ bombarduman kirin.

Çavkaniya ku nexwest navê xwe eşkere bike ji PUKmedia yê re ragihand: Balafirên hêzên hevpeymana navdewletî êvara înê benda kontirolê ya çeteyên DAIŞ a li qeza Biac a ser bi parêzgeha Nînewa ve ye bombarduman kir û li gorî agahiyên bi dest ketine di encama êrişan de bêtirî ji 20 terorîstên DAIŞ hatin kuştin, her wiha hate ragihandin ku li Saylo`ya Biac hejmarek ji maşînên çeteyên DAIŞ bi kar tîne armanc hate girtin û bêtir 14 maşîn hatine rûxandin.

Heman çavkaniyê ragihand ku balafiran baregehên DAIŞ ên li ser riya Mihelebiyê û nêzî çarriya Mihelebiyê bombarduman kirin û li gorî agahiyên destpêkê yên bi dest ketine bêtrî 10 çete hatine kuştin û bi dehan jî birîndar ketine.

Hêjayî gotinê ye ku berpirsê Şerî ya giştî di nav DAIŞ de "Mela Xerîb" û berpirsê leşkerî yên çeteyên DAIŞ li rêgeha Kesk "Eyob Ebû Nasra" ku bi xwe ji Sûriyê ye, di şer û pevçûnên li rêgeha Kesk rûdane hatine kuştin û laşên wan veguhestin bijîşka dadwer a Mûsilê.

PUKmedia / Çavkanî ji nav Mûsilê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket