Bîlal Ecan pakrewanê hunerê ji bo piştîvanioya Kobanê ye
kurdistani 06:34 PM - 2014-12-20Bîlal Ecan pakrewanê hunerê ji bo piştîvanioya Kobanê ye
Bîlal Ercan, neştergeriya dil ji bo piştgiriya Kobanê nekir û li wir canê xwe feda kir..
Ew şeva piştîvaniya li berxwedana KOBANÊ û YPG-YPJ`ê, jialiyê Însiyetîva Hunermendên Anadoliya Navîn ve li Enqerê hatibû amadekirin û Bîlal Ercan jî bi fermî hatibû vexwendin, lê Bilal Ercan guh neda nexweşiya xwe û gotibû, ez ê werim beşdarê piştgiriya KOBANÊ bibim û eger ez nexweşî û dema neştergeriê bikim bihane û beşdsr nebim, ji min re şermeke mezin e.
Hunemendê dengxweş û welatperwer, berketiyê berxwedana Kobanê, nemir Bîlal Erenc,ji neştergeriya dilê xwe dûrket, tenê ji bo beşadrî şeva piştgiriya Kobanê li Enqereyê bike û piştî çû hin sitranên xwe yên wê şevê ligel nebi dawî nekirine, kirîza dil derbas kir û koça dawî kir.
Li gor spîkerê wê şevê ku nemir Bîlal Ercan di sireya neştergeriya dil dexweşxaneyekê bû, gereke wê şevê, dest bi neştergeriya xwe bikirebuye. Lê, Ji ber ku, ew ji bo şeva piştgiriya li berxwedana Kobanê hatibû vexwendin, dest ji neştergeriya dilê xwe berda û got şerme ku ez beşdarî vê şeva pîroz nebim û hat û beşdar bû.
Lê mixabin, qederê em bi wî nedan şakirin û hema piştî dawîbpna şeva Kobanê, koça dawî kir û bû yek ji hunermendên ku cane xwe fedayê berxwedana Kobanê kir.
Ercan di heyama jiyana xwe ya hunerî de, gelek xelat li festival û mîhrecanan bi destxistibû, him dengbêj û hem jî awazsaz bû, hem hunermend û hem xebatkar bû, ew kesayetiyeke rasteqîneya kurdî bû, weltperweriya lib a wî, kok bê sînor bû, bi taybet ji aliyên dî yên Kurdistanê re ti carî bêdengî nizaneiye û her dem xwedî helwest û çalakî bû.
Bîlal Ercan stûna pişta hunermendên kurd yên li Metrepolên Tirkiye de dijîn bû, xwedî însiyetîva pêşxistina hunera Kurdî û kultura Kurdî li gelek cihên ku têde dihat xwestin bû. Hunermed û hunerxwez bû.
Bîlal Ercan li sala 1962`an li bajarê Qoniyeyê jidayîkbûye, her ji serdema zaroketiya xwe ve û di dibistana seretayî de, dest bi karê muzîk û stranbêjî kiriye û gelek dihatehezkirin û dengxweşbû, xwediyê kesayetiyeke nimûneyî bû, fedekarî jib o hevalên xwe, miletê xwe bi awayekî bê wêne dikir.
Ez bi vê boneya xemgînî, canpakiya hunermendê nemir, pakrewanê huner û piştgiriya Kobanê û YPG-YPJ`ê Bîlal Ercan silav dikim û sersaxî li tevahiya malbat û dost û hogir û hezkiryên wî û gelê kurd û Kurdistan dikim.
Hozan Efrînî
18-12-2014
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25