Serokomar pîrozbahî li serokê herêmê kir

kurdistani 02:18 PM - 2014-12-20
Serokomar pîrozbahî li serokê herêmê kir

Serokomar pîrozbahî li serokê herêmê kir

Serokomarê Êraqê bi birûskeyekê bi bona serkeftinên hêzên pêşmerge û hewlên wan jibo kontrolkirina Şengalê pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê dike û destxweşî li pêşmergeyên qehreman dike û hêviya serkeftinê ji wan re dixwaze.

Dr. Fuad Masûm, serokomarê Êraqê îro 20/14/2014 bi bona serkeftinên ku hêzên pêşmerge bi dest xistine birûsekeyek pîrozbahiyê ji serokê Herêma Kurdistanê re şand.

Di nameya xwe de Dr. Fuad Masûm bi bona serkeftinên pêşmerge serokê Herêma Kurdistanê pîroz kir û hêviya xwe jib o rizgarkirina Şengalê û navçeyên din ên dagirkirî di demek nêzîk de anî ziman.

Serokomarê Êraqê got: Hêviya min ewe ku cejnên birayên Êzîdî û Mesîhî û cejnên sere salê bi cejnên serkeftinên meydanî pêkve bibin cenekî giştî bo gelê me.

Her weha di nameya xwe de serokomar hêviya serkeftinê jibo serokê Herêma Kurdistanê û hemû serkirde û fermandaran xwest û destxweşî li pêşmergeyên qehreman ku bi mêrxasî xebatê jibo azadî û rizgariya welêt dikin kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket